Gerîlayên YJA Starê: Newroza 2023’an tolhildana ji Lozanê ye

Gerîlayên YJA Starê Edolê Şahîn û Dîrok Cûdî cejna Newrozê pîroz kirin û gotin: “Bi pêşengtiya jinên ku niha li van çiyayan li ber xwe didin, îro dîsa agirê Newrozê li her derê û li ser her lûtkeyê çiyayekî tê pêxistin.”

Gerîlayên YJA Starê Edolê Şahîn û Dîrok Cûdî têkildarî cejna Newroza sala 2023’an ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Edolê Şahîn Newroza 2023’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Newroza 2023’an di serî de em li Rêber Apo ku mîmarê azadiya gelê Kurd û gelan e pîroz dikin. Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistî, di şexsê heval Mazlûm Dogan Kawayê hemdem, heval Rehşan, Zekiye Alkan û şehîdên Newrozê hemûyan de pîroz dikin. Hestên me weke gerîla pir bilinde, ji ber ku newroza 2023 tolhildana ji lozanê ye jî. Em ê vê salê tola lozanê bigrin û agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, pêl bi pêl bilind bûye; em ê misoger bikin. Faşîzma AKP û MHP’ê û şirîkên wan, wê bi vî agirî bi şewitin.”

Gerîla Edolê Şahîn qala erdheja mezin a qewimî jî kir û wiha pêde çû: “Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê erdhejek mezin çêbû, em weke artêşa gel bi vê erdhejê pir êşiyan. Ji bo wê bila gelê me bizanibe; sîstema ku niha ser gel de xwe dide ferzkirin ne çareserî ye, di vê erdhejê de jî diyar bû. Pergala ku Rêber Apo niha diyar kiriye, ango çareseri encex netewa demokratîk e. Ji ber ku her tim dema feleketan bi serê me tên pergala Rêber Apo tenê dibe çareseriya rast. Ti pergalek din ji bo çareseriya pirsgirêkên cîhanê nîn e, ser vê esasî Rêber Apo niha di tecrîdekî giran de ye. Em jî sala 2023’an di wê hêvî û baweriyê de ne ku pergala Îmraliyê birûxînin. Em ji hêza xwe bawarin weke gerîlayên jin û milîtanên Rêber Apo em îdîa dikin ku em ê azadiya gelê xwe û yên gelê cîhanê ava bikin û pergala faşît birûxînin. Dîsa di şexsê jinên li Rojhilat şehîd bûn de jî, em Newroza 2023’an pîroz dikin û em dibêjin bijî Newroz bijî Rêber Apo.”

Gerîla Dîrok Cûdî jî Newroza 2023’an di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha bilêv kir: “Em Newroza 2023’an li rêberê rêberan Rêber Apo û şehîdên şoreşê pîroz dikin. Li hevalên zîndanan û gelê xwe jî pîroz dikin. Ev sal salekî ji bo me û ji bo gelê me pir girînge. Tola lozanê em ê di vê salê de hilînin, çawa ku Kawayê Hesinkar Dahaq bi bin xist; em jî bi hêza gel û gerîla Dehaqê duyemîn Erdogan bi bin bixînin. Ji bo wê em jî weke gerîla ser serê van çiyane şer dikin ji bo azadiya gelê bin dest li berxwe didin.”

Gerîla Dîrok her wiha behsa şerê gerîla ku bi qehremaniyek mezin li hember her cûre êrîşan sekinî û dewleta Tirk têk birin, kir û got: “Em ê heta dawî hêz ji vê berxwedanî bigirin û wisa şerê xwe dewam bikin. Dîrok Cûdî dide diyar kirin ku ew ê îsal bi taktîkên hîn xurttir li hember artêşa Tirk bisekinin. Ev salên ku derbas bûne şerekî pir giran di navbera gerîla û artêşa Tirk de qewimî. Lê ew sal jî wê ji bo me bibe tecrûbeyên pir mezin û em ê ji wan tecrûbeyan hêz derxin û dewleta Tirk bin bixînin, ala xwe li serê çiyayên Kurdistanê bilind bikin. îdiya me ew e ku em pisporiya şer ên salên derbaz bûyî de ji xwe re bikin hêz û bixin pratîkê. Em ê rondikên çavên dayikên me û zarokên ku her roj digiriyan, bi serkeftinan tola wê bigirin. Em ê bi bilindkirina ala Kurdistanê dilê wan geş bikin, li ser wî esasî em giştî gelê xwe û ji bo hemû şehîdên şoreşê û ji bo Rêberê xwe soza tekoşîneke xurt û serkeftî didin.”