Gerîlayên YJA Starê: Em bi Rêbertî re ji nû ve çêbûn

Gerîlayên YJA STAR'ê gotin 4'ê Nîsanê, roja bûyina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd û jinên Kurd ''ji nû ve bûyin e''.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê 4'ê Nîsanê şitlê daran danîn, stran gotin û 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Gerîlayan gotin 4'ê Nîsanê ji bo wan tê wateya ''ji nû ve bûyina civakekê''.


'EM BÛNE XWEDÎ NERÎNEKE NÛ'

Gerîlayan YJA STAR'ê ya bi navê Çayan got ew 4'ê Nîsanê diyariyeke ji bo jinên Kurdistanê û hemû jinên cîhanê dibînin û domand, ''Mirov tenê weke bûyina gelê Kurdistanê bibîne ji bo pênasekirina 4'ê Nîsanê dibe ku têrê nake. Rastiya 4'ê Nîsanê ku Mazlûm û Sema anîye holê, bûye sedema şiyarbûna civakekê, li dîroka têkoşîna cîhanê û ya jinan navê xwe daye nivîsîn. Leyla derxistine holê, bûye îlham. Bi bûyina Rêbertî re gelê Kurditanê li bara cîhanê bû xwedî nerîneke cuda, her wiha jin û gelên cîhanê jî.. Rêbertî, jin ji nav çar dîwarên ku lê hatî girtin derxist, ji jiyana koletî kişand û rista pêşeng lê bar kir. 4'ê Nîsanê dibe bûyine ji nû ve û vejînê. Di rewşeke wiha de ku kesî guh nedida gotina jinê û jin ne xwedî cihekî bû, bû xwedî ristekê li cîhanê.''

'DERBA GIRAN EM Ê LI DIJMIN BIXIN'


Bi berdewamî got ji bo ku tecrîdê bişkînin ew ê bi giyanekî têkoşer li ber we bidin û domand, ''Pêvajo ji me dixwaze ku em bi rihekî fedayî çalakiyan bikin û em gerîla jî em ê bibin xwedî vê helwesta milîtanî''. Çayan her wiha got derba herî giran ew jin wê li dijmin bixin, li Imraliyê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin.

'4'Ê NÎSANÊ BETONA KU VALA KIRINE, ŞIKAND'

Gerîlaya YJA STAR'ê Jiyan Kobanê jî got, ''Zarokê ku ji Dayika Uvetş hatî cîhanê, ji bo hemû cîhanê çespandiye ku gelê Kurd li gel hemû polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê nekarîne ku biqedînin û dema ku ev kirî jî, Rêbertiyeke cîhanê ku rista pêşeng li jinan fesilandiye derxistiye holê. Betoan ku li ser xeyalan Kurdistanê hatiye valakirin bi 4'ê Nîsanê re hatiye şikandin. Her wiha ev bûyina me ye jî. 4'ê Nîsanê nexasim  ji nû ve bûyina e jinan e. Rêber Apo ku pêşengiya Sara, Bêrîtan û Zîlan afirandî, rêberê derketina holê ya Leylayan e.''

'ROJA BÛYINÊ VEJÎNÊ Û TOLHILDANÊ YE'

Gerîlaya YJA STAR'ê Denîz Avent jî got, ''Em behsa dîrokeke wiha dikin ku tê ser roja bûyina evîn û vejîna civakekê. Her wiha têkoşîneke bê rawest û bêdawî bi xwe re anî. Dema ku mirov bi şênberî binere, dîrokeke wiha ye ku civakek, gelek, jiyan û bûyina jinên Kurdistanê ye.''

Gerîla Tîjda Jiyan got, ''Bûyina Rêbertî bûnewerî ye, çêbûn û jiyana nû ye. 4'ê Nîsanê ew roj e ku civakek bi şexsê Rêbertî ha ji bûnewerî û çêbûna xwe çêdibe. Rêbertî bû hêviya gel.''

Gerîlayên YJA STAR'ê grevên birçîbûnê yên li zindanan û li gelek deverên cîhanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin, slav kirin.