Gerîlayên YJA-Starê: Em 8’ê Adarê û Newrozê bikin sedema azadiya Rêber Apo

Gerîlayên YJA-Starê Hejar Yasîn, Viyan Karox û Rûgeş Serhilda diyar kirin ku divê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Newroz bi ruhê PKK’ê were pîrozkirin û ev roj bibin sedema azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê gerîlayên YJA-Starê ji ANF’ê re axivîn. Gerîlayan diyar kirin ku divê 8’ê Adarê û Newroz bibe sedema azadkirina Rêber Apo.

HEJAR YASÎN:  Em jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê 8’ê Adarê di serî de li Serokatî, li hemû jinên cîhanê, li jinên bindest û li gelan pîroz dikin. Di şexsê Serokatî de yê ku xeta azadiyê nîşanî me daye, ji bo ku em bikaribin bêtir kûrtir bikin û wekî temsîliyet jinên bindest li ser vî esasî tevger û rêxistinên xwe ava bikin. Em jin li ser vî esasî em bikaribin tevgera xwe xurt bikin, ji bo ku di şêwaza xeta azadiyê de em bigihêjin serkeftinê. Hişmendiya ku bi hezaran salan li ser jinê hatiye avakirin, him di warê bindestbûnê de him jî di her şêwazî de jin kirine kole. Em jî di nav vê civakê de mezin bûn. Hişmendiya ku bi sed salan di şexsê bav û birayê me de, li ser me hatiye ferzkirin divê bêtir were lêkolîn û em li ser wê hûr bibin. Em bizanibin jin ji ku tê û da ku bikaribe bigihêje cewher û heqîqeta xwe. Tevgerbûna me jî li ser xeta azadiyê ye. 

Di nava rêxistina me de mirov digihêje heqîqeta xwe, digihêje heqîqeta ku jin di ku de ye û cewherê me li ku ye. Cewherê me pênc hezar sal in di bin desthilatdariya zilam de hatiye windakirin. Lê wekî ku mirov ji nû ve ji dayik bibe, mirov li ser koka xwe hêşîn bibe, di şexsê Serokatî de digihêje heqîqetê. Ji ber ku heqîqeta ku mirov bibîne, di şexsê Serokatî de heqîqeta ku nîşanî me daye, weke jin û Kurd an jî Ereb çawa ku em dibêjin serokê neteweyan e, di şexsê jin de ev encam derxist holê. Jin kî ye çi ye, em bikaribin 8’ê Adarê jin li ku derê dibin bila bibe, bikaribe xwedî li xwe derkeve, xwedî li rastiya xwe derkeve, xwedî li koka xwe derbikeve, bikaribe bigihêje wê heqîqetê û dakevin meydanan. Bizanibin wateya wê çi ye, girîngiya wê çi ye ev jinên ku hatin şewitandin û qetilkirin. Heta bigihêje heval Sara û Sêvê bi hezaran jinên şehîd hene. Em bikaribin xwedî li wan derkevin. Ji ber ku bi tenê jin dikare xwedî li xwe û kokê xwe derkeve. Li ser vî esasî em dikarin li hemû jinên cîhanê, li Serokatî, li hevalên li heps û zindanan û li hemû gelên bindest re 8’ê Adarê û 21’ê Adarê pîroz dikin. 

VIYAN KAROX: Di serî de 8’ê Adarê li Serokatî li hemû hevalan, li hemû jinên berxwedêr, li hemû dayikên me yên welatparêz, li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li gerîlayên azadiyê yên di çeperên şer de li ber xwe didin, pîroz dikim.

Wekî jinekê û wekî gerîlayekê ji bo min heyecaneke taybet a 8’ê Adarê heye. Hestkirina ruhê berxwedanê, pênasekirina ruhê berxwedaniyê û têkoşîna li ser vî esasî ji bo min xwedî girîngiyeke taybet e. Têkoşîna ji bo vê armanc û hedefê xwedî wateyeke cuda ye. Ji bo ruhê berxwedanî û serhildêriyê wateya 8’ê Adarê heye. Jinan bi keda xwe li hemberî bêedaletiyê helwesta xwe nîşan dane. Pîrozkirina vê rojê ji bo min gelekî cuda ye. Em îroj dibînin jin di hemû waran de û li hemû beşên Kurdistanê û li her dera dinyayê jin xwedî li mîrateya 8’ê Adarê derdikevin û têdikoşin. 

Em dibînin li hemû parçeyên Kurdistanê dewletên dagirker li ser jinan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û hemû êrişên xwe û hemû siyaseta înkar û îmhayê li ser jinan diceribîne. Dewletên dagirker dixwaze jin nasname û hebûna xwe winda bike û nahêlin ku jin bi ruhê berxwedan û têkoşînê bijî. 

Me dîtiye ku têkoşîna jinan her dem domiyaye, nesekiniye û pêl bi pêl firehtir dibe. Em dibînin li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jin bi îtîraz û helwesta xwe, hebûna xwe nîşan dide û doza mafê xwe dike. Em dibînin ku jinên Kurd di zindanên Tirkiyeyê de çawa li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. 

Li Rojhilatê Kurdistanê jî heman siyaset bi awayekî nermtir û veşartî li ser jinan tê kirin. Ji ber vê lêgerîneke jinan a azadiyê heye. Ji bo tunekirina dagirkeriya Îranê têdikoşin. Di şexsê heval Zeynep Celaliyan de di nav hemû girtiyên azadiyê de ev têkoşîn li ber çavan e. Çi jinên femînîst bin û çi jî jinên anarşîst bin, jin helwesta xwe nîşanî dewletên dagirker didin. Ji ber vê divê jin xwedî li ked û berhema xwe ya mirovayetiyê derkeve.

Şoreşa ku li Rojava jî pêk hat li hemberî feraseta DAÎŞ’ê serhildanek pêk hat û jixwe DAÎŞ têk çû. Di şexsê jinan de şoreşa Rojava pêk hat. Di avakirin û parastina şoreşa Rojava de jinan roleke girîng stendin. Jinan vê erka xwe ya dîrokî bi cih anîn. Jin pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Li dijî zewaca jinan a di temenê biçûk de, li dijî qirkirina jinan û li  dijî zextên li ser jinan berxwedan domiya. Îro jî gerîlayên jin li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî dagirkeriyê û feraseta dagirker a dewleta Tirkiyeyê li ber xwe dide. 

Ez hêvîdar im 8’ê Adarê bibe sedema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo , têkoşîn û armanca me ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê em 8’ê Adarê û Newrozê bikin sedema azadkirina Rêber Apo û da ku tecrîd were şikandin. 

RÛGEŞ SERHILDAN: Em 8’ê Adarê bi pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ pêşwazî dikin. Divê em vê pêngavê di sala 2022’an de bikin sedema Rêbertî û Kurdistaneke azad. 

Me jinan di salê borî gelek gavên bi nirx û watedar avêtin. Him di asta têkoşîna me ya  YJA Star û him jî di asta têkoşîna jinan a giştî de, ji bo azadiya Rêber Apo em di nav têkoşîn û hewldaneke mezin de ne. 

Îro Rêber Apo girtî be, ne bi tenê ji bo gelê Kurd, bandorekê li ser cîhanê jî dike. Civakên kêmnetewe û civakên bindest û di bin zextan de ne, êdî van tiştan qebûl nakin. Ji ber vê êdî li hemberî vê sîstemê serî hildidin û dibînin ku fikrên Rêber Apo bandoreke çawa ava dike. Dibînin ku ne bi tenê ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê bandora vî tiştî xuya dibe. 

Heke em 8’ê Adarê wekî pêngavekê binirxînin û bikin ku fikrên Rêber Apo bêtir belav bikin, em di asta herî bilind de têkoşîna vî tiştî bikin û Rêber Apo bi awayekî azad di nav xwe de bibînin. Divê em 8’ê Adarê, Newrozê, pêngava dem dema azadiyê û sala 50’emîn a PKK’ê di asta herî bilind de pêşwazî bikin. Divê em jin têkoşîna xwe geştir bikin. Ji ber ku Rêbertî jî dibêje ‘PKK partiya jinan e’. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê vî tiştî di asteke bilind de pêşwazî bikin. Him di warê tevlêbûna çalakiyan û him di warê tevlêbûna di serhildanan de. Him jî bi ruhê PKK’ê em di Newrozê de wê derxînin asta herî bilind. Ne bi tenê jinên Kurd divê jinên cîhanê jî vî tiştî wekî erkekî xwe bibînin û divê her kes di navbera 8’ê Adarê û Newrozê de pirekê ava bikin. Em hemû jin di vî warî de xwe berpirsyar bibînin. Li cihên wekî Cizîr, Gever û Amedê rol dikevin ser milê van cihan. Niha jî divê di pêngava ‘Dema dema azadiya Rêber Apo de ye’ de rola xwe bi cih bînin. Di vî warî de hêvî û daxwazên me hene. Bangewaziya min ev e ku em jin mil bidin hev û têkoşîna xwe geştir bikin û 8’ê Adarê tevî Newrozê bikin sedema azadiya Rêber Apo.