Gerîlayên YJA Starê agirê Newrozê dadan

Gerîlayên jin li Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin û gotin, "Em ê bi berxwedana Mazlûman, bi biryardariya Zekiyeyan Newrozê mezin bikin. Li gel geşkirina agirê Newrozê em ê li hemberî polîtîkayên qirêj ên li dijî jinê têbikoşin."

Gerîlayên YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroza 2022'an bi dadana agirê Newrozê pîroz kirin.

Gerîlayên YJA Starê bi agir "Bijî Serok Apo, Newroz pîroz be" nivîsandin û piştre govend gerandin. Gerîlayan helbestên li ser Newroz û berxwedanê xwendin û ev peyam dan, "Em Newroza Rêbertî ya 50'emîn pîroz dikin. Em Newrozê bi berxwedana Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û ruhê serhildanê yê Zekiye Alkanan pîroz dikin. Bendewariya me ji gelê me ew e ku bi ruhê Mazlûman, Zekiyeyan biherikin qadan."

Gerîlayan gotin, "Weke ku tê zanîn Newroz cejna vejînê ya gelê Kurd e. Çawa ku xweza xwe bi biharê re nû dike, em gerîla jî xwe bi Newrozê re nû dikin. Em ê bi berxwedana Mazlûman a li zindana Amedê, bi biryardariya Zekiye, Bêrîvan û Ronahiyan Newrozê mezin bikin. Li gel geşkirina agirê Newrozê em ê li hemberî polîtîkayên qirêj ên li dijî jinê têbikoşin."

Di pîrozbahiyê de agir hate dadan û gerîlayan xwe ji ser agirê Newrozê çeng kirin. Li gel propaganda reşkirinê ya hikumeta şer a AKP-MHP'ê ku îdîa dike 'gerîla qediya ye', gerîlayan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya gerîlayan bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" bi dawî bû.