NPG'ê gerîlayên li Serhed û Botanê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), gerîlayên li eyaletên Serhed û Botanê pîroz kir, ku di dema dawî de derbên giran li artêşa Tirk xistin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, peyameke pîrozbahiyê bi rengekî nivîskî ji fermandariyên eyaletên Serhed û Botanê re şand.

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî de wiha hat gotin:

"JI FERMANDARIYA EYALETA SERHEDÊ RE

Li dijî operasyona artêşa Tirk, ku di sibeha 11'ê Gulanê de bi alîkariya teknolojiyeke xurt li herêma Tendurekê da destpêkirin, hêzên we yên gerîla derbên bi bandor û têkçikandinê lê dan û hêzên operasyonê têk birin. Ev yek li dijî polîtîkaya qirkirin û dijminatiya li gelê Kurd a tifaqa AKP-MHP'ê, bersiva herî cidî ye. Ji ber vê berxwedan û rêbaza çalakiyê ya serketî, em we û di şexsê fermandariya we de, hemû fermandar û şervanên di vê berxwedana watedar de cih digirtin, pîroz dikin û li benda dewama vê serketinê ne.

Her wiha, ji ber çalakiya serketî ya Tîma Sabotajê ya Şehîd Eylem a 11'ê Gulanê, em Tîma Şehîd Eylem silav dikin.

Em hemû hêzên we, ku pêngava bihara 2017'an bi vî rengî dan destpêkirin silav dikin û ji we re serketinê dixwazin.

JI FERMANDARIYA HERÊMA BOTANÊ RE

Li dijî hêzên dijmin ên li Deriyê Sêva yê Bestayê, di du çalakiyên 13'ê Gulanê yên li 2 girên cuda de; bêyî ku zerarê bibînin, bi ruhekî xurt ê êrîşê derba têkbirinê li dijmin hatiye xistin û çek ji ser dijmin hatiye rakirin. Ev yek asta serketinê ya vê çalakiyê nîşan dide. Em hemû fermandar û şervanên rola xwe di amadekirina vê çalakiyê de hene û di çalakiyê de cih girtine, ji ber vê serketinê pîroz dikin û serketinê dixwazin."