Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Çelê çalakiya sabotajê pêk anîn

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li quntarê girê Cîgerxwîn ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî leşkerên tev digeriyan çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ev agahî da:

"Roja 23'ê Çileyê saet di 09:00 de, hêzên me li quntarê girê Cîgerxwîn ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî leşkerên tev digeriyan çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Roja 24'ê Çileyê saet di navbera 20:00-20:30 de balafirên şer ên artêşa TC, mintiqeya Deşta Kafya, Begarê û derdora gundê Zevka yên herêma Garê, di heman wextê de gundê Rençbiraxam ê li herêma Zapê bombe kirin. Heman rojê saet di navbera 18:00-20:00 de balafirên şer bombe li quntara Tepê Sor ê li herêma Avaşînê û saet di navbera 18:30-22:00 de mintiqeya Ermuşa Jêr a li herêma Xakurkê barandin.

Di bomberdûmanê de tiştek bi kesî nehat, lê belê ziyan li dehl û rezên gundiyan bû."