Gerîlayên HPG/YJA Starê: Em ê timî li ser şopa Zîlan bin

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe nîşanî dijmin û tevahiya cîhanê da ku ew xwedî wê hêzên e ku gelê Kurd ji nava bindestiyê rizgar bikin û gotin, "Em ê timî li ser xeta hevala Zîlan bin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 22'an a çalakiya fedayî ya Zîlan ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Rojîn Gever bi wesîleya 30'ê Hezîranê em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got, "Ji bo li ser xeta wan bimeşin em ê hîn bêhtir hewl bidin. Di şexsê hevala Zîlan de 30 Hezîranê cesaret û îrade da me jinan. Ev çalakiya ku li dijî komploya li ser Rêbertî hate kirin ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Rê û rêbazên xeta jinê nîşanî me da. Em ê bidin ser şopa wê. Hevala Zîlan bi îradeya xwe li ber zor û zehmetiyan rabû.

Gerîlayê HPG'ê Jîr Qamişlo gotina Zîlan ku digot, "Xwezî ji canê min tiştekî buhatir hebûya ku min fedayî vê rêxistinbê bikira" bi bîr xist û got, "Tevî ku canê xwe feda dike, li tiştekî bi vî rengî difikire. Çalakiya hevala Zîlan çalakiyeke pîroz e ku bi hêsanî nikare were ziman. Hate asteke wisa ku Serokatî ew mînak nîşan da."

Gerîlayeke din a YJA Starê jî diyar kir ku Zîlan ji bo jinan bû pêşengek û got, "Hevala Zîlan bi çalakiya xwe nîşanî dijmin da ku em xwedî wê hêzê ne ku dikarin gelê xwe ji nava koledariya ku dijmin li ser ferz dike, derbixin. Hevala Zîlan her wiha destnîşan kir ku jin dikarin pêşengiyê bikin. Hevala Zîlan pêvajo guherand. Wê pêşengî ji hemû jinên cîhanê û Kurdistanê re kir. Hevala Zîlan mîna Xwedawendekê rêya rastiyê nîşanî me da. Em jî li ser şopa hevala Zîlan hatine vê astê. Ev roj ji bo me gelekî girîng e, ji ber ku ji tevahiya cîhanê re ispat kir ku em dikarin gelê Kurd ji nava bindestiyê derxînin. Li ser xeta hevala Zîlan em soza xwe nû dikin. Em ê her tim şopdarên hevala Zîlan bin."