Gerîlayên HPG û YJA Starê: Em li ser şopa şehîdên Cenga Heftanînê ne

Gerîlayên ku di Cenga Heftenînê de cîhê xwe digirin êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser qada Heftanînê û li beramberî wê jî berxwedana gerîlayên azadiyê nirxandin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê di sala 2019’an de jî li hember dewleta Tirk têkoşîneke mezin meşandin û heta niha dewam dikin. Gerîlayên azadiyê ku di Cenga Heftenînê de cihê xwe digirin êrîşên li ser herêmê û berxwedana gerîlayan nirxandin. Gerîlayek YJA Starê Awaz Ronahî dibêje; “Dibe ku dewleta dagirker hin giren Heftanînê girtibe lê berxwedanek mezin heye.”

Gerîla Awaz di dewama nirxandinên xwe de wiha dibêje; “Di nava vî şerî de hevalên jin roleke herî mezin dileyîzin. Hemû heval bi hêz û moral tevlî vê cengê dibin. Dijmin bi rêya teknîkê hewl dide encaman bistîne, lê ev ti carî ne gengaz e. Em ji bona tolhildana şehîdên xwe şer dikin. Ev ax axa me ye, em hemû şervanên Rêber Apo ne. Dijmin dixwaze bi rêya şerê taybet encam bigire lê belê em bi têkoşîna xwe vî tiştî pûç dikin û derbên herî mezin li dijmin didin. Destpêkê ji bo gelê Kurdistanê û dayîkên hevalên şehîd şer dikin. Armanca dijmin ew e ku Kurd li beramberî Kurdan bide şerkirin ji ber vê yekê di nava vî şerî de jî Kurda tînin beramberî hevdu û didin şer kirin. Lê belê dewletên dagirker divê baş bizanibin ku sereke têkoşîna me li hember vê yekê ye. Çawa ku Serok Apo di nava şertên herî dijwar de li ber xwe dide em jî wek şervanên Rêber Apo heta dawî li hember êrîşên dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin. Em hêzekî fedayî ne ji ber vê em ê nehêlin dagirkerî li ser xaka me bi pêş bikeve. Em ê çalakiyên xwe dewam bikin lewra ti hêz nikare li pêşiya me bibin asteng. Şehîdên me yên cenga Heftanînê bi ruhekî fedayî şer kirin û şehîd bûn ev jî serbilindî ye. Em ê şer bikin da ku dijmin ji xaka Heftanînê û li tevahiya Kurdistanê tine bikin. Em ê nehêlin ev dijminê xwînmêj rojekê be jî bi keyfxweşî bijî. Bi têkoşîna xwe derbeyên herî mezin li wan bidin. Gerîlayên azadiyê ji bo tinekirina dijminê dagirker her tim soza xwe nû dikin. Em ê di sala 2020’an de derbên mezin li dijmin bidin.”

‘EMÊ AGIRÊ CENGA HEFTENÎNÊ HÎN GEŞTIR BIKIN’

Yek ji gerîlayên HPG’ê Ronî Arbaba dibêje; “Ev demek e dijmin operasyonek li ser qada Heftanînê daye destpêkirin li beramberî xwe jî çalakiyên mezin dîtin.’

Gerîla Ronî di dewama axaftinên xwe de wiha dibêje; “Dewleta Tirk hewl dide xakên Kurdistanê dagir bike. Lê bila dewleta Tirk baş bizanibe, heta ku gerîlayên Rêber Apo li serê van çiyayan bijîn, wê şerê azadiyê jî her hebe û em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin. Şehîdên me jî rêya me hîn zelaltir kirin. Em ê agirê Cenga Heftanînê hîn geştir bikin, heya dawî tevlî vê dîlana azadiyê bibin. Di şerê hebûn û tinebûnê de em ê dijminê faşîst tine bikin. Ew leşkerên ku niha li ser girên Kurdistanê ne, bila baş bizanibin ku em ê jiyana li ser xaka me li wan heram bikin, ew ê nikaribin bi derûniyek bijîn. Gerîlayên azadiyê bi vê îddîyê tevlî Cenga Heftanînê dibin. Di çapemeniyên xwe de tenê derewa dikin lewra li hember hêza gerîla nikarin li ber xwe bidin. Dibêjin gerîla tine bûye heke wiha be çima rojane balafirên şer qadên me bombardiman dikin. Gelê Kurd û gerîlayên azadiyê ji her demî zêdetir xurtir e û wê xurt bibe.”

‘CIWANÊN KURD BILA TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLAYAN BIBIN’

Gerîlayê HPG’ê Xebat Cudî banga ciwanên Kurd dike û dibêje; ‘Banga me wek Cenga Heftanînê ew e ku divê ciwanên Kurdistanê berê xwe bidin çiyayên azad û di nava vê berxwedana dîrokî de cihê xwe bigrin.’

Gerîla Xebat di dewama nirxandinên xwe de bale dikşîne êrîşên qirkirinê a dewleta Tirk û wiha dibêje; “Dijminê dagirker bi armanca dagirkirinê êrîşî herêmên parastina medyayê dikin. Di 23’ê Tebaxê de jî êrîşî Heftanînê kirin. Di vê operasyona qirkirin û dagirkirinê de gerîlayên HPG û YJA Starê bi berxwedanek mezin bersiv dan. Bi taybetî hevalên me yên şehîd kedên mezin di nava vî şerî de raber kirin em ê jî vê rêyê dewam bikin. Hevalên me yên şehîd fermana berxwedanê ji me re dan wek hêzên Heftanînê em ê jî bibin bersiv. Divê hemû ciwan û gelên azadîxwaz li çiyayên azad hember dagirkeriyê li ber xwe bidin, lewra ev tiştekî mirovî ye, rêyekî mafdar e. Gerîla li hember dagirkeriyê disekine, derbeyên giran lêdide ji ber vê dijmin ti carî nikare bigihîje armancê xwe. Ji xwe ji ber vê yekê pişta xwe dide teknîkê xwe lê ev jî heta dawî wiha dewam nake. Lewra gerîlayên azadiyê rojane xwe nû dikin, taktîkên dewlemend bi kar tînin. Dijmin baweriya xwe bi teknîkê tîne lê hêza însan dikare li hember hemû teknîkê jî rêyên serkeftî bi pêş bixe. Ti hêz nîne ku li hember gerîla bisekine û şer bike. Cenga Heftenînê her diçe hîn bilintir bibe. Em ê hedefên xwe hîn bilintir bikin. Di sala 2020’an an de em ê derbên wiha li dijmin bidin ku ewê li ser xakên Başûrê Kurdistanê tine bibin. Banga me wek Cenga Heftanînê ew e ku divê ciwanên Kurdistanê bere xwe bidin çiyayên azad û di nava vê berxwedana dîrokî de cîhê xwe bigrin. Divê civanên Kurd tevlî nava refên gerîla bibin û ji bo jiyanek azad şer bikin. An em ê ji bo hebûneke azad şer bikin an jî jiyanek koledarî qebûl bikin. Lê kes jiyanek kole qebûl nake. Em bang dikin ku bila hemû ciwan tevlî nav refên gerîlayan bibin û rahêlin çekê. Em ê dijmin li Heftanînê têk bibin. Me ev soz daye gelê xwe.”