Gerîlayê ku medya şerê taybet ew 'kuşt' ji ANF'ê re axivî

Rastiya şerê taybet a hikumeta AKP'ê bi rewşeke din a sosret derket holê. Di dema dawî de, ji bo têkçûna xwe ya li pêşberî gerîla binixumîne, bi her awayî şerê taybet dimeşîne.

Piştî ku Suleyman Soylû got, "Piştî meha Nîsanê wê welê li PKK'ê were ku kesê navê wê jî hilnîne", gerîla gelek çalakiyên cuda lidar xistin û ev gotinên Suleyman Soylû pûç kirin.

Taktîkeke din a şerê taybet ê dewleta AKP'ê, weşandina wêneyên gerîla ye ku qaşo bi temamî îmha bûne. Beriya niha bi demeke kurt, nûçeyeke pûç di rojnameya Sabahê de bi sernavê 'Wêneyê Tinebûnê' hate weşandin. Qaşo ev wêne li Amedê hatiye kişandin. Operasyona ku qala wê hate kirin jî, ji Kanûna 2011'an heta Adara 2012'an dewam kiriye. Di vê operasyonê de ku bi hezaran leşker tevlî bûn, 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Gerîlayê HPG'ê Mazlûm Amed jî di vî wêneyê hatiye weşandin de heye. Her wiha tevî Amed, hemû gerîlayên di wêne de hene, hê li nava refên têkoşîna azadiyê ne. Di heman demê de gerîlayên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, di wî wêneyî de hene.

Gerîlayê HPG'ê Mazlûm Amed ê ji vê operasyona sala 2011'an re şahidî kir, ji ANF'ê re axivî.

Amed diyar kir, di vê operasyonê de ku bi mehan dewam kir, gelek leşker hatin kuştin û 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Amed got, "Nûçeya ku rojnameya Sabahê weşand, dûrî ji rastiyê ye. Ji bo têkçûna xwe binixumînin vê dikin. Di dema dawî de wêne û nûçeyên bi vî rengî gelekî diweşînin. Operasyona ku qalê dikin, di navbera salên 2011-2012'an de hate kirin. Bi balafirên şer bombe li derdorê barandin, ku sivîl lê hebûn. Êrîşa bi balafirên şer bi rojan dewam kir. Piştre jî bi deh hezaran leşkeran dest bi operasyona bejahî kirin.

Qaşo di vê operasyonê de gelek hevalên me yên gerîla kuştine. Li gorî wan, ew ketine nava qadên gerîla. Tiştekî bi vî rengî nebû. Belê, şer derket. Hevalan bi mehan li ber xwe dan û hevalên Rustem û Harûn ê Amedî şehîd bûn. Hevalê me yê bi navê Armanc Rojhilat, li derveyî operasyonê di kemînê de şehîd bû."

Amed bibîr xist, ku di daxuyaniyên artêşa Tirk de ew jî gelek caran hatiye kuştin û wiha dewam kir: "Di vê operasyonê de ez bi birîndarî nîşan dane. Ez di wê operasyonê de birîndar nebûm. Ji bo moralê gelê me û malbata min xera bikin, bi vî rengî gotin. Piştre jî gotin, ku li Semsûrê şehîd bûme. Piştî agahiya li ser mirina min, biryara lêgerîna li min derxistin. Gelo dibe ku mirov der heqê kesekî mirî de biryara girtinê bidin?"

Amed diyar kir, gerîlayên bi navê Alî, Serxwebûn û Kendal ên di wêne de xuya dikin, sax in û got, "Bi rêya van derewan, taktîkê şerê taybet dixin dewrê. Dixwazin moralê gelê me xera bikin. Dema ku li pêşberî gerîla têk diçin, di ser medyayê re dest bi êrîşan dikin. Mîna ku di mînaka hevalê Bahoz Erdal de hate dîtin, gelek planên wan pûç bûne. Ji xwe kes ji van derewên wan bawer nake.

Ji bilî nûçeyên li ser Mazlûm Amed, gelek nûçeyên din jî di medya şerê taybet de tên weşandin. Piraniya van nûçeyan hatin deşîfrekirin û masekeya AKP'ê ketiye. Mînaka Dr. Aydin a di demên dawî de jî vê nîşan dide. Gerîlayê bi navê Dr. Aydin bi goperasyona hevpar a artêşa Tirk û PDK'ê nehatiye girtin. Ew beriya bi salekê di êrîşa balafirên şer de birîndar bû û li Başûrê Kurdistanê dihat dermankriin. Hêzên PDK'ê bazariyek kirine û ew radestî artêşa Tirk kirine. Eger teslîm nekiribe jî, rayedarên MÎT'ê hatine Başûrê Kurdistanê û tevlî lêpirsîna Dr. Aydin bûne.

Ya balkêş ew e, ev bûyerên ku di ser re dem derbas bûye, bi nûçeyên derewîn careke din dixin rojevê."