Gerîlayê HPG'ê Serhed li Binarê Qendîlê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Birûsk Serhed (Mihemed Bûzkûrt) ê ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest bû, li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a Binarê Qendîlê hate oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Birûsk Serhed (Mihemed Bûzkûrt) ê ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest bû, li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a Binarê Qendîlê hate oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Birûsk Serhed (Mihemed Buzkurt) ê ku di 3'ê Çileya 2017'an de li Qendîlê di qezaya trafîkê de birîndar bibû û li nexweşdaneyê jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a li Binarê Qendîlê, bi merasîmekê hate oxirkirin.
Di merasîma bi dehan kes amadebûyîn de, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed axivî û wiha got: "Şehîd Birûsk weke ciwanekî têkoşer xebat û têkoşîna xwe li çiyayê Qendîlê berdewam kir. Di rojekî weke îro ku gelê me di nava komployên metirsîdar ên mezin de ne, wê bi kesayetên mîna Şehîd Birûsk, gelê me ber bi serkeftinê ve biçe. Em jî soz didin şehîd Birûsk û tevahiya şehîdan rêya wan berdewam bikin û em ê berdewam bikin."
Piştre jî Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Seîd Xelîd axivî û wiha anî ziman: "Roj nîne ciwanên me li hemû beşên Kurdistanê li dijî dagirkerên Kurdistanê, bi taybet dewleta dagirker a Tirkiyeyê xwîna xwe ne rijîn in. Li vê derê peyama min ji bo gelê Kurd ew e ku li ser gelê me plan û komployên mezin tên meşandin, ji bo vê yekê yekîtiya xwe çêbikin û hêzên xwe yên parastinê bikin yek. Bi taybet gerîla, pêşmerge û şervan ji bo metirsiyên li ser gelê me hene bi dawî bibin, divê bi hevre xeta parastinê ava bikin."
Seîd Xalid axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo pûçkirina planên dijmin divê gelê Kurd xwedî yek helwest û yekgirtî bin. Bi taybet li dijî dewleta Tirk a dagirger ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê hewl dide nearamiyê çêbike û nava mala Kurd xira bike, bibîn xwedî helwest."
Piştî axaftina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Birûsk Serhed ( Mihemed Buzkurt) bi dirûşman ve hate veşartin.