Gerîlayên HPG'ê li konvoya leşkerî dan

Gerîlayên HPG'ê, êvara 16'ê Tîrmehê saet 21:00, li bejahiya gundê Agaçdîbî li konvoya leşkerî xistin, ku konvoy ji Colemêrgê diçû Çelê.

Gerîlayên HPG'ê, teqemenî li binê tehtekî 15-20 tonî giran ê li jora rêya gund bû bi cih kirin û dema leşker jê derbas bûn, teqandin. Di encama çalakiyê de wesayiteke leşkerî di bin teht de ma. Gerîlayan di heman demê de bi roketan û çekên giran gule li wesayitên din ên leşkerî yên di konvoyê de bûn, reşandin.

Rêya li vê derê heta nîvê şevê li trafîkê hate girtin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin di çalakiyê de herî kêm 20 leşker mirin e, gelek leşker jî birîndar bûne.

LI ÇARÇELA Û ZAPÊ ÇALAKÎ

Wekî din, gerîlayên HPG'ê li çiyayê Çarçelayê çalakiyeke sûîqestê kirin. Li Zapê jî gerîla li leşkeran dan. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê yê li ser vê çalakiyê daxuyanî nedaye.