Gerîlayê Ereb Çiyager: Ocalan Rêberê gelên bindest e

Gerîlayê Ereb Çiyager: Rêbertî ne tenê rêberê Kurdan e, yê gelên bindest hemûyan e. Ji bo vê di dîrokê de pir leheng derketine, lê cara pêşî ye ku ev qas leheng li ber siha bîrdoziyekê têne gel hev.

Her civakek xwedî pêşeng û leheng e. Li nav tevgera PKK’ê jî ji ber ku ji gelek neteweyan tevlêbûn hene, lehengên li nav PKK’ê yên ji netewên cihê jî hene. Ji dîroka avabûna PKK'ê heta niha pir şoreşgerên enternasyonal ji bo azadîya gelan têkoşiyane û şehîd bûne.

'RÊBERTÎ RÊBERÊ HEMÛ GELAN E'

Gerîla Çîyager Agir ji bajarê Dêrazorê ye. Bi eslê xwe Ereb e. Piştî ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike tevlî nav refên gerîla yên PKK'ê. Gerîla Çiyager wiha axivî:

''Li nav jiyana gerîla beriya her tiştî hevaltiya li nav PKK'ê, dilsoziya hevrêyên min ên bi Serokatî re bala min kişand. Piştî ku min bala xwe da ser bîrdoziya Serokatî, ev dilsoziya hevrêyan a bi Serokatî re bimane bû. Min wê demê fêh kir bê ka lehengiya bêhempa ya li nav PKK'ê li ser çi hîmî ava bûye. Rêbertî ne tenê rêberê Kurdan e, yê hemû gelê bindest e. Ji bo vê di dîrokê de pir leheng derketine, lê cara pêşî ye ku ev qas leheng li ber siha bîrdoziyekê têne gel hev. Ji ber ku lehengê herî mezin Rêbertî ye, ango Rêbertî temsîla hemû lehengên şerker ên dîrokê dike.''

'HER GEL XWEDÎ DÎROK E'

Gerîla Çîyager lehengiya li nav PKK’ê wiha tîne zimên:

''Lehengiya Mazlûm, Sema, Ronahî û Berîvana ne jirêzê ye. Dema ku min pirtûka li ser zilma ku li Zindana Amedê li dijî Kurdan û pêşengên me, xwand, min got çi bibe bila bibe em ê li xeyalên wan şehîdan xwedî derbikevin. Her civakek mafê xwe heye ku bi nasname, ziman û çanda xwe bi azadî bijî. Her gelek xwedî dîrokekê ye. Bi înkar û qirkirinê kes nikare gelekî tine bike. Nîşaneya vê ya herî mezin Newroz û 15 Tebaxe ye. Ango di şexsê Mazlûman de geşkirina meşelaya li hemberî zilma Dehaqan û di şexsê Egîdan de ne tenê hişyarkirina gelê Kurd, hişyarkirina hemû gelên bindest e. Ji ber ku pergala kapîtalîst dixwaze bi bindeskirina gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navin bindest bike. Bi hişyariya gele Kurd re em netewên din jî me pê derxist ku ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn û yên cîhanê bidest in. Ji ber ku em li nav pergala kapîtalîst dijîn. ''

'EBÛ LEYLAYAN BEDENA XWE KIRIN MERTAL'

Gerîla Çiyager, herî dawî derbarê şoreşgerên enternasyonal wiha got:

''Li nav têkoşîna me ya azadîxwaz gelek hevalên me yên enternasyonal şehîd bûn. Di Rêbertî de tişta ku pir bala min kişandî ew e ku hevrêyên ji neteweyên din giringiyeke mezin Rêbertî. Nîşaneya vê ya herî mezin jî heval Hakî û Kemal in. Dema ku êrîş çû ser bîrdoziya Rêbertî, yên ku li dijî van êrîşên qirker bedena xwe kirin mertal ev heval bûn. Dîsa dema ku li Botanê şer giran bû, yê ku dîsa li djî van êrîşan têkoşîn geş kirî yek jê hevala Ronahî Wolf bû. Dîsa, yek ji cihê ku bi ramanên Rêbertî xwe rê ve dibe Rojavayê Kurdistanê ye. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş anî, Ebû Leyla û bi sedan şehîdên wiha pêşeng derketin. Em ên ku hevrêyê van hevrêyan in, heta ku em serkeftinê mîsoger bikin em ê alaya azadiyê hildin.''