Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Gerîlayan li Sêrtê li yekîneyên veşartî dan

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê li yekîneyeke veşartî ya leşkeran da. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku gerîlayên HPG û YJA-Starê hin çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

“LI SÊRTÊ LI YEKÎNEYA VEŞARTÎ HATE XISTIN: 3 LEŞKER MIRIN”

Di 30’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê bi alîkariya yekîneyên veşartî kemîn danîye. Hêzên me demekê ev yekîne şopandine û di 3’ê Tîrmehê de saet di 03.45’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.

LI XAKURKÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li hemberî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistine.

Di 7’ê Tîrmehê saet di 22.20’an de hêzên me li Girê Derwêş ê herêma Xakurkê ji du milan ve li leşkerên artêşa Tirk a dagirker dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Di 9’ê Tîrmehê de saet di 13.30’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Tûfan a li Avaşînê çalakiyên sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, panelên rojê û kamerayên mobeseyê yên li gir jî hatine îmhakirin.

Di 10’ê Tîrmehê de saet di 07.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên li Girê Şehîd Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristanê ketiye.

OPERASYONA ARTÊŞA TIRK A LI GEVERÊ DIDOME

Di 11’ê Tîrmehê saet di 02.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran qadên Şehîd Dîren, Şehîd Afat, Satê û Tepê Çeper ên Gevera Colemêrgê daye û piştre li vê qadê operasyon dane destpêkirin. Operasyona li qadê didome.

JI BER BOMBERDÛMANA ÎRANÊ SIVÎLEK MIR

Di 10’ê Tîrmehê de saet di 12.00’an de artêşa Îran bi çekên giran qadên Berbizina, Goşinê û Ornê yên li herêma Bradostê ya li Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye. Di vê êrîşê de kesekî sivîl miriye û du kes jî birîndar bûne. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye.”