Gerîlayan li dijî Girê Koordîne çalakî lidar xist: Gelek leşker hatine kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Star, li dijî leşkerên ku li girê Koordîne-Guven ên li herêma Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûne, çalakiyek lidar xistine.

Di encama çalakiyê de 2 konteynir û çeperek hate îmhakirin, gelek leşker hatine kuştin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA-Star’ê, îro saet di navbera 11:00-12:00’an de li dijî leşkerên ku li girê Koordîne-Guven ên li herêma Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûne çalakiyek lidar xistine.

Çalakiya ku ji aliyê gerîlayan ve hate kirin di navberekî kêm û bi 2 baskan ve pêk hatiye. Hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de 2 konteynir û çeperek hatiye îmhakirin, her wiha gelek leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê artêşa Tirk bi obus, hewan û balafirên şer herêm bomberdûman kirine.