Gerîlayan li Bedlîsê çalakî lidar xistin

HPG’ê diyar kir ku li dijî yekîneyên leşkerên artêşa Tirk a li bejahiya Hamata ya girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê bicih bûne çalakiyek lidar xistine.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk di operasyona li herêma Kato Xelîla ya li navçeya Şax a Wanê de li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kîmyewî bikar anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî yekîneyên leşkerên artêşa Tirk a li bejahiya Hamata ya girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê bicih bûne çalakiyek lidar xistine.YPG’ê destnîşan kir ku di vê çalakiyê de 2 çeperê dijmin hatine rûxandin.

HPG’ê diyar kir ku 5’ê Gulanê li herêma Nanîva a Xîzanê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şer derketiye û ev agahî da:

“26’ê Nîsanê 2 kesên bi navê Canfeda Mûradiye û Reşîd Mûş teslîmî dijmin bûne. Li ser agahiyên van 2 kesan 27’ê Nîsanê artêşa Tirk li Herêma Kato Xelîla a girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê artêşa Tirk dest bi operasyonekê kiribû. 28’ê Nîsanê saet di 14:00’an de di navbera hêzên me û artêşa Tirk de şer derket. Di şerê nêzî 2 saetan dom kir de gelek leşker hatin kuştin, lê têkildarî hêjmar ti agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Artêşa Tirk di şer de li dijî hêzên me çekên bi kîmyewî bi kar anîne. Di encamê de 4 hevrêyên me gihiştin şehadetê. Operasyon 30’ê Nîsanê paşve vekişiya. Ji ber ku agahiyên têkildarî nasnameya hê diyar nebûne ji bo dema ku zelal bûn em ê bi raya giştî re parve bikin.

5’ê Gulanê saet 18:00’an de hêzên me li dijî yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk li bejahiya herêma Hamata a girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî pir xurt li 2 çeperên dijmin hatiye xistin û çeper hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê 2 helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.

5’ê Gulanê saet 19:30’an de li herêma Nanîva ya girêdayî Xîzanê di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk de şer derketiye. Di vî şerî de jimara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Yekîneyên me bi awayekî sax û silamet gihiştine cihên xwe.

3’yê Gulanê saet 23:00’an de hêzên me li dijî Girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyekî berfireh lidar xistine. Di vê çalakiyê de 3 hevrêyên me şehîd ketibûn.

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: BêrîtanSerhed

Nav û Paşanv: Cemîle Ergon

Cihê Jidayikbûnnê: Qers

Navê Dayik-Bav: Hacer - Fazil

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/3’yê Gulana 2017

***

 Nasnav: Saît Andok

Nav û Paşanv: Muhammed Alî Balban

Cihê Jidayikbûnnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Nadîre - Abdurrahman

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/3’yê Gulana 2017

***

 Nasnav: Îbrahîm Sari

Nav û Paşanv: Veysel Nasiroglû

Cihê Jidayikbûnnê: Êlih

Navê Dayik-Bav: Necmiye - Adnan

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg/3’yê Gulana 2017                                                              

27-29’ê Nîsanê artêşa Tirk a li herêma Alîbogazi ya girêdayî Dersimê operasyonekî berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de Hevrêya me Hindistan jî di nav de komek gerîla şehîd dikevin. Dema ku nasnameyên gerîlayên me yên ku şehîd ketine eşkere bûn wê bi raya giştî re bê parvekirin.

Nasnav: Hindistan Penaber

Nav û Paşanv: Hindistan Yuksek

Cihê Jidayikbûnnê: Şirnex

Navê Dayik-Bav: Nadîre - Mahmût

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017