Gerîlayan li Bedlîs û Agirê çalakî lidar xistin

HPG’ê, diyar kir ku li dijî leşkerên Tirk ên li navçeya Bazîd a Agiriyê û Bedlîsê bi cih bibûn çalakî lidar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Bedlîs û Agirêy di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

BEDLÎS

9’ê Gulanê di saet 17:40’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Sînan Dogan ê li Qada Şêx Cûma a Bedlîsê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistine. Hêzên me li dijî leşkerên ku hewan bikar tanîn, bi çeka sekvaniyê çalakiyek lidar xistine û ew leşker kuştine; konên li gir jî bi çekên ferdî bi awayekî xurt lêxistine. Jimara kuştî û birîndarên li vir nehatin zelalkirin.

AGIRÎ

9’ê Gulanê saet 20:00’an de hêzên me li devera Gundê Zorava yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî stasyona Baz a Turcellê çalakiyekî ya sabotajê lidar xisitne. Di vê çalakiyê de stasyon bi tevahî hatiye rûxandin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

8’ê Gulanê saet di 22:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk devera Gundê Filleh ê girêdayî Herêma Zapê, di saet 22:30’an de devera Basya a Hêrêma Şemzînan a Colemêrgê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bobmerdûman kirine.