Gerilayan li  Amedê li artêşa Tirk dan

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Hênê ya Amedê li dijî artêşa Tirk çalakî kirin. Piştî çalakiyê gerîla bi sax û silamat vegeriyan ser cihên xwe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê çalakiyên gerîla daxuyaniyeke niviskî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de got:

"28'ê Adarê hêzên me li navçeya Hênê ya Amedê li dijî qereqola Hêgasorê çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li mewzî û stareyên qereqolê xistin. Hijmara leşkerên mirî û birîndar diyar nebûye.

5'ê Nîsanê hêzên me li navçeya Hênê çalakiyeke sabotajê birine ser stesyona bazê ya li qada Horselê.  Piştî vê çalakiyê ya ku stesyona bazê hate rûxandin artêşa TC'ê ya dagirker 7'ê Nîsanê li qadê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon 8'ê Nîsanê bêyî ku encamê bistîne vekişiyaye.
Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silametî gihîştiye ser cihê xwe."