Gerîlayan li Amed û Botanê li leşkeran da: Herî kêm 11 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakî û şerê gerîlayan ên li Amed û Botanê lidar xistin de herî kêm 11 leşker û kontrayek hatiye kuştin.

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk ên di navbera dîrokên 14 heta 16’ê Gulanê lidar xistin de agahiyên berfireh da.

LI NÊZÎ PÎRANÊ RÊ HATE KONTROL KIRIN

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên YJA Star li nêzî navçeya Pîran a Amedê rêyek xistin bin kontrola xwe de û wesayîtek kirin hedef û lêxistin.

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayîn:

“Di 15’ê Gulanê saet 11.30’an de hêzên me yên YJA-Starê li Pîrana Amedê rêya nêzî navçeyê ya Şingirikê xistine bin kontrola xwe. Hêzên me xwestine wesayîteke ku ji qereqola Şingirikê derketiye, bidin sekinandin lê wesayît nesekiniye. Hêzên me jî bi çekên ferdî li vê wesayîtê daye. Di vê çalakiyê de kontrayek hatiye kuştin. Hêzên me çûne ser wesayîtê û li vê derê dest daniye ser 3 çekên G3 û çekeke HK-33 ya melez. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li qadê operasyonek daye destpêkirin û bi obus û hawanan ev qad bombe kiriye. Operasyon di heman rojê de paş ve hatiye kişandin.

Di 15’ê Gulanê de saet 10.10’an de, hêzên me çalakiyeke hemwext li qereqola Girê Cotyar û tabûra TRT Gabarê ya li Şirnexê pêk anîne.

LI DIJÎ QEREQOLA GABARÊ ÇALAKÎ: 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyên cihê hatin hedefkirin de 5 leşker hatin kuştin û ev agahî da: “Hêzên me bi çekên giran û ferdî li sîper, konteynir û tankên li qereqola Girê Cotyar dane. Dema ku leşker ketine konteynirê hêzên me bi çekên giran li konteynirê dane û ev konteynir îmha bûye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê derê nehatine zelalkirin. Hêzên me bi çekên giran li tankê jî dane û tank îmha bûye. Li vê derê 3 leşker hatine kuştin. 2 leşkerên ku xwestine biçin ser bataryayên obusan jî bi sûîkastê hatine kuştin. Di heman kêlîkê de hêzên me li tabûra TRT Gabarê jî dane. Li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Piştî çalakiya hemwext bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirine. Ev çalakiyên li vê derê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hatine kirin.

LI QILABANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 15’ê Gulanê de di saet 16.10’an de hêzên me li ser leşkerên girê Şehîdan ê Qilabanê ya bi ser Şirnexê çalakiyek kiriye. Di vê çalakiyê de hêzên me bi çekên giran li barûya teknîkî û li gir xistine. Li ser gir kepçeyek, sîperek û konteynir hatine darbekirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker û ajovanê kepçeyê hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi obus û hawanan li dora qada çalakiyê daye. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hatiye kirin.

LI ÇELÊ DRONEK HATE XISTIN

16’ê Gulanê di saet 18:50’an de hêzên me li dijî balafira keşfê ya bi tîpa Dron ku li ser sînorê Çelê ya Colemêrgê difiriya çalakiyekî bi çeka ferdî hatiye lidarxistin. Drona ku hate lêxisitin li nêzî Qereqola Serêsêvê kete xwarê.

LI BESTAYÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Me duh dabû diyarkirin ku 12’ê Gulanê li devera Şehîd Resûl a girêdayî herêma Besta ya Şirnexê di navbera hêzêm me û leşkeran de heta 13’ê Gulanê şer qewimîbû. Di şerê qewimî de 4 hevrêyên me şehîd bibûn, jimara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk hê nehatiye zelalkirin. 14’ê Gulanê saet 15:00’an de jî di navbera hêzên me û leşkeran de jî şer qewimî bû û leşkerek hate kuştin. Di vî şerî de agahiya me ji hevrêyekî me qût bibû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyê me yê ku şehîd bibû wê piştre bê eşkerekirin.”

LEŞKERÊN TIRK LI KATOYÊ DEST BI OPERASYONÊ KIRINE

Li aliyê din agahî hate dayîn ku leşkerên Tirk li herêma Kato dest bi operasyonekê kirine:

Artêşa Tirk li deverên Meydana Kolya, Xeta Zozanan, Deriyê Zerbîl, Deriyê Şekala û Deriyê Beranan ê herêma Katoyê dest bi operasyonekê kirine. Her wiha li herêmên Kampa Elkê û Warê Kurdo jî tevgera leşkeran hê jî didome.

METÎNA Û ZAP HATE BOMBERDÛMAN KIRIN

Bomberdûmana herêmên ku di bin kontrola gerîlana de ye jî didome. HPG’ê têkildarî van êrîşan jî ev agahî parve kir:

16’ê Gulanê saet di navbera 09:00-09:10’an de balafirên artêşa TC; Girê Colemêrg ê girêdayî Herêma Metîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 15:15-15-45’an de jî Girê Zendûra bûmberdûman kirine.

16’ê Gulanê saet 10:30’an de jî balafirên şer devera Gundê Fileha ya Herêma Zapê bomberdûman kirine.”