Gerîlayan li Agiriyê çalakî lidar xistin

Gerîlayên HPG’ê li devera Birnê Reş ê girêdayî naçeya Bazîd a Agirêyê li dijî leşkerên Tirk ên li girekê bi cih bibûn çalakiyekî sabotajê lidar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, ev agahî parvekirin.

“18’ê Nîsanê li devera Birnê Reş ê girêdayî navçeya Bazîd a Agirêyê hêzên me li dijî leşekerên Tirk ê li ser girekê bi cih bibûn û kar dikirin çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kirine. 25’ê Nîsanê saet di 16:00’an de konvoyekî leşkerî heta jêra gir çûne. Dema ku vê komê dixwest dîsa biçin gir bigirin, gerîlayên me li dijî wan leşkeran çalakiyekî ya sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê leşekan bi ambûlansan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirine. Ev çalakî ji bo êrîşa hewayî ya li Şengalê hatiye lidarxistin pêk hatiye.

LI BEST OPERASYON: GELEK LEŞKER HATINE KUŞTIN

19’ê Nîsanê artêşa Tirk li herêma Besta a Şirnexê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon Nala Goven, qûntara Pîro, Xirbê Besta û devera Bêlûzer girte nava xwe û berfireh bûye. 19’ê Nîsanê saet di derdorî 19:00’an de balafirên şer ên Tirkan, helîkopterên bi tîpa Kobra û bi obusan herêma besta hete bomberdûmankirin. 20’ê Nîsanê saet di 07:00’an de di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de heta saetên şevê şer derketiye. Di şerê li devera Şehîd Armec dijwar bû de, gerîlayên me li dijî hêzên operasyonê çend çalakî lidar xistine. Di encama van çalakiyan de gelek leşker hatine kuştin. Di encama şerê tevahî operasyona ku hate domandin de 7 hevalên me gihiştine şehadetê. Tevî kû bi qismî operasyon vekişiyabe jî lê li devara Girê Sêvo û Girê Xanê tevgera leşkerên Tirk didome. Dema ku agahiyên berfireh têkildarî çalakiyan hat em ê bi raya giştî re parve bikin.