Gerîlayan li Çewlîg, Çelê û Şemzînanê li leşkeran xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku li Çewlîgê di encama çalakiya li dijî artêşa Tirk de 3 leşker hatin kuştin.

HPG’ê di daxuyaniyê de, têkildarî opersyona li Sêrtê, çalakiyên li Çelê û Şemzînanê jî agahî parvekir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

LI ÇEWLÎGÊ ÇALAKÎ

12’ê Gulanê hêzên me li devera Haşbera Mezin a girêdayî Akdag girêdayî navçeya Dara Hînê a Çewlîgê yekîneyekî leşkeran xistine bin kontrola xwe de. Di saet 16:30’an de hêzên me bi navberekî kurt de bi awayekî pir xurtl li dijî vê yekîneyê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kirin.

LI SÊRTÊ OPERASYON

11’yê Gulanê artêşa Tirk li devera Girê Kaç û Çemê Karê yên girêdayî Herêma Herekol a Sêrtê dest bi operasyonekê kirine. 12’ê Gulanê saet 03:00’na de artêşa Tirk dever bi obus û hewanan bomberdûman kirine; bi alîkariya helîkopterên Skorsky û Kobra li Girê Şehîd Rehîme, Girê Şehîd Azîme û Şehîd Berxwedan leşker danîn. Di navbera hêzên me û leşkeran de cih bi cih şer derketin. Her ku têkildarî operasyonê agahî hatin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ

12’ê Gulanê saet 23:00’an de hêzên me li dijî Girê Koordîn ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran û ferdî çalakiyek hatiye lidarxistin. Di navbera hêzên me û artêşa Tirk de bi qasî saetekê şer dom kiriye. Artêşa TC di 13’yê Gulanê di saetên sibehê de qada çalakiyê, Cîloyê Biçûk, Kinyaniş û Şamkê bi obus û hewanan bomberdûman kiriye; saet di navbera 02:00-03:00’na û heta 09:00’an de jî balafirên şer herêm bomberdûman kiriye. Têkildarî çalakiyê wê agahî piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

LI ŞEMZÎNANÊ BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ

13’ê Gulanê saet 04:00’an, hêzên me li dijî Girê Leylek ê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek bi çekên giran lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.