Gerîlayan ji bo Abdullah Ocalan agirê Newrozê geş kirin
Li çiyayên Kurdistanê, gerîlayan agirê Newrozê dadan û Newroz pîroz kirin.
Li çiyayên Kurdistanê, gerîlayan agirê Newrozê dadan û Newroz pîroz kirin.
Rojên dawî li gelek qadên çiyayên Kurdistanê komên gerîla agirê Newrozê dadan.
Li yek ji wan qadan bi dehan gerîla li hev civiyan û li dora agirê Newrozê govend gerandin.
Gerîlayan stran gotin û Newroza îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.