Gerîlaya li pey xeyala xwe bezî û gihiştê: Ararat Malazgirt

Gerîlaya YJA Star Ararat Malazgirt a li pey xeyala xwe ya zarokatiyê ketibû bi tevlîbûna nava Tevgera Azadiya Kurdistanê gihişte xeyalên xwe.

Gerîlaya YJA Star Ararat Malazgirt (Songul Polat) a 25’ê Hezîranê di Cenga Heftanînê de li gel du gerîlayên YJA Starê li Heftanînê şehîd bû, diyar kiribû ku xeyala wê tevlîbûna nava gerîla bû.

‘XEYALA MIN A ZAROKATÎ BÛ’

Gerîlaya YJA Starê Ararat Malazgirt di sala 2014’an de tevlî nava refên azadiyê dibe, li ser tevlîbûna xwe vê dibêje; "Di nava malbatê de tevlîbûna nava refên azadiyê hebû. Malbata min ji ber welatparêz bû, hê ji zarokatiyê ve heskirina min ji bo çiya û gerîla hebû. Xeyala min a zarokatiyê bû tevlîbûn. Her demê li pey xeyala xwe û hewldana pêkanîna wê bûm. Ji ber ku çîrokên gerîla yên hem malbat û dîsa li ser televîzyonan vedigotin pir jê bandor dibûm. Dixwestim wekî wan bim. Min dixwest hestên ku dayik û bavên me yên ku dixwestin bi me re bide çêkirin, bijîm. Îro jî dijîm.

'JIN LI ÇIYA FÊRÎ PARASTINA XWE Û XAKA XWE DIBE'

Li çiyê jinên ku bi serketinên ava dike û mekanên azad ên bi cesareta xwe ava dikin. Jin di nava her şert û mercî de di rewşekê de ye ku xwe diparêze. Yek ji mînakên herî ber bi çav şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ye. Jin, ciwan, her kes çek li desta ye û ji bo parastina xaka xwe di nava hewldanên mezin de ne. Şer kirin û şoreşek bi hev re ava kirin. Ev jî dide nîşandan ku rol û mîsyona Rêbertî ya dayî jinê, jin xwe zana dike, vîna xwe bi hêz dike, jin ketiye ferqa hêza xwe ya bi felsefeya Rêber Apo girtî.

'HESTEKE KU DIVÊ MIROV BIJÎ'

Dema ku gihiştim çiya û li gel hevrêyên xwe mam, min hîs kir ku gihiştime xeyalên xwe, li aliyê din jî ketim wê hîsê ku tim di nava xeyalekê de bûm ku bigihêjimê. Tişta yekem li ber çavê min ket, hevrêtiya di nava gerîla de bû. Girîngiya didan hev bû. Heskirina wan ji çavên wan dibiriqî. Mirov çiqasî bixwaze hevrêbûna PKK’ê bêje jî tim kêm dimîne. Hestekî welê ye ku divê mirov bijî."

PARÊZVANÊN HEQÎQETA KURDISTANÊ

Gerîlaya YJA Starê Ararat Malazgirt a bi hestên xurt ên welatparêziyê li warê xwedawendan ketiye ser rêya heqîqetê, di nava jiyanê de bi gavên cesaret û bi helwestên xwe yên heskirî di nava hevrêyên xwe de zû fêrî jiyana xeyalên xwe dibe. Li çiyayan digihêje cometiya heskirinê. Di her karî de heskirina xwe lê zêde dike û bi hestyariyeke mezin dike. Bi zanabûna ji felsefeya Rêbertiyê girtî, xwe hem di warê îdeolojî û hem pratîkê de xurt dike. Her ku xwe zana dike, kîn û nefreta li beramberî dijmin zêdetir dibe. Digihêje serbilindiya parêzvaniya heqîqeta Kurdisanê. Bi agirê tolhildanê di Cenga Heftanînê de cihê xwe digire. Li noqê rext û dest çek, li gel hevrêyên xwe bi rojan li çeparan şer dike."

'BEDENA XWE JI BO XAKA XWE KIRIN ÇEPER'

Dewleta Tirk a faşîst ku ji bo hemû nirxên menewî û madî ku di encama berdêlên giran ên li Kurdistanê hatin girtin de tine bikin, bi pêkanînên qirker ve xwestin ku civaka Kurd ji kokên wê yên azadiyê qut bikin. Artêşa Tirk a mêtinger bi teknîka xwe ya pêşketî jî, li pêşberî gerîlayê Modernîteya Demokratîk a bi ruhê nû ve hatî avakirin û pispor bûye, bêçare ma. Ji roja yekem a operasyonê ve ji hêzên gerîla derbên xurt dixwarin.

Ararat ji destpêkirina operasyonê ve li dijî artêşa faşîst berxwedanekî destanî raber kir. Bi xwîna xwe destan nivîsîn, di dîroka navdar a têkoşîna azadiyê de navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin. Gerîlaya YJA Star Ararat her cihê ku dagirkeran gav xwe diavêt, derket pêşberî wan û bersiva pêwîst dida, ji bo xaka qedîm a Kurdistanê bedenên xwe kirin çepar û ji bo nifşên siberojê jî mîrasekî efsûnî hiştin.