Delal Şoreş, gerîlayeke leheng û evîndarê Zagrosan e ku navê xwe ji fermandara pêşeng a beriya xwe Delal Amed girtiye û hewl dide xwe bigihîne wê. Di sala 1997’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk dibe. Her çiqas derdora ku lê mezin bû, ne welatparêz jî bû, demeke dirêj li pey legerînên xwe çû. Pirskir û lêpirsîn kir. Xiyaneta li Kurdistanê lêpirsîn kir. Li cihê ku hatî, azadiya sexte ya di nav gelê xwe de lêpirsî. Axên Kurdistanê ku li nexşeyê hatiye perçekirin û belavbûna gelê xwe ku her yekî çûne cihekî, lêpirsî. ‘Çima Kurd nikarin jiyanek azad li ser parçeyekî biafirînin? Ev pirs serê wê dixwar. Wê qasî ku Kurdistanê lêpirsî ew qas jî cihê jinê di nav civakê de lêpirsî. Dît ku li Başûrê Kurdistanê jin her roj bedena xwe dide ber agir û şewitandina di nav agirên sexte de qebûl nekir. Mirovbûn lêpirsîn kir. Wê bawer kir ku divê armancek ya hebûna mirovan hebe.
Got, ‘Her kesê ku tê ser dinê divê armancek wan hebe. Helbet tiştekî wan heye ku hizmeta mirovahî, civak û gelê xwe bike. Heyîna mirovan ne tiştekî hêsanî ye ji ber vê yekê divê welê hêsan neçe. Ji bo civak û mirovahî divê tiştekî bike û wisa vê jiyanê biterikîne. Nexwe jiyan wê ji jiyanbûnê derbikeve.’
Bênavber jiyanên cuda geriya, jiyanekî alternatîf ku li şûna jiyana ku qebûl nake tijî bike. Vê jiyanê bi rêya birayê xwe bi naskirina mîlîtanên PKK’ê re dît. Ji bo ku fêm bike bê xezîneya ku ditîye çi ye, her li pey çû. Ew mîlîtanên PKK, PKK û Rêbertiya partiyê geriya, lêpirsîn kir û her ku çû nas kir. Navê valahiya ku li sîstemê heyî bi nav kir û jê bawerî anî ku jiyanekî alternatîf heye. Di sala 2017’an de ji Silêmaniyê berê xwe da çiyayên azad.
Her kesê ku gavên xwe yên yekem diavêje çiyê, bawer nake ku ew jî çiyagerekî ye. Berê xwe dide gabardîne li ser xwe, dibîne ku rêya ku dimeşe xaçerêk e û bi sivikbûna dilê xwe li hember bêdewiya muezem ya çiyayan bi heyraniyek mezin berê xwe dide derdora xwe. Navê Delal ji Fermandara YJA Starê Delal Amed digire ya ku di mijdara 2017’an de li Botanê şehîd bibû û ji bo Delalbûne dikeve rê.
Delal her çiqas ne xerîb be jî, di dema rêwitiya xwe ya yekem a çiyê de fêm dike ku mêzandina çiyayan çawa ye. Delal dema cara yekem bi gabardîna li ser pişta xwe, li çiyayên Kurdistanê dinêre wiha dibêje: ‘Ev der ya te ye, ev der cihê te ye, tu yê êdî hebûna xwe li vir bidomînî. Bi taybet mîna jinekê, çiya cihê dîtina hebûna min bû.’
AGIRÊ KU NATEFE
Hevaltî haveyna ku PKK dike PKK ye. Ev haveyn ku tema nan ewqas xweş dike. Hevaltî mîna bêhna nanê pijandiye ku hemû kesê vedixwîne li ser sifreya azadiyê. Delal bandora hevaltiyê ku ditiye, li ser mirovan bi van hevokan tîne ser ziman: ‘Di nav civakê de peyva herî xweş ku ji te re bê gotin gotina dayike ku dibêje, ‘keça min’. Peyvek tenê li ser vê peyvê heye ev jî ‘heval’ e. Dema ji te re dibêjîn heval, tu hîs dikî ku nirxê te heye, êdî ne tenê yî, ji bo armancekê têdikoşî, armancek te ya diyar heye, tu vê kelecanî dijî lewma peyva heval ji hemû peyvan bi nirxtir bû.’
Delal ku bi behna nanê li ser agir rûnişt ser sifreya azadiyê, her ku bi vê agirê re pêş ket cîhana wê ya wateyê jî berfirehtir bû. ’Rêbertî û hevaltî bi hevre girêdayî ye.
RÊWÎTIYA DI DERGÛŞA MIROVAYETIYÊ DE
Hevaltî mirovan bi armancekî ve girêdide, girêdayîna bi hev re ye. Armanca te çiqas hebe bila bibe, bi tena serê xwe pêk nayê. Kesek an jî gerîla bi tena serê xwe ne bi wate ye. Tu tenê nabî divê bi hevalên xwe re bibî. Encex bi vê rêyê dikarî xwe bigihî armanca xwe. Nirxa ku armanca em li pey dimeşin û me dide jiyîn diafirîne, dîsa Rêbertî ye.’
Gerîla Delal bi lêgerîna çiyayan li Kurdistanê gerîlatiyê dike, bi awayek çalak tevlî xebatên ciwanan dibe. Her tim xwe ji bo gerîlatiya li Zagrosê ku tim xeyal dikir, amade dike. Demekê li Garê van amadekariyên xwe didomîne. Bi girêdanbûna xwe ya bi israr, di zivistana 2020’an de berê xwe dide Zagrosê û digihe xeyalên xwe. Êdî Delal li Zagrosan e. Delal ji bo dildariya xwe ya li hember Zagrosê wiha gotibû: ‘Min her tim xeyal dikir ku rojek li Zagrosê gerîlatiyê bikim. Ji ber ku cihê Zagrosê cuda ye. Her tim tê gotin, cihê hebûna mirovahiyê ye, civak li vê derê şîn dibe. Ji ber vê yekê tu dixwazî biçî Zagrosê. Ez îro gihiştim xewn û xeyalên xwe. Mirov hebûna xwe li vir hîs dike. Li dergûşa mirovahiyê, têkoşîna ji bo mirovahiyê û gerîlatî. Ev tena serê xwe hinceta dildariya Zagrosê ye.”
Zagros ku cihê mirovahiyê ye, her tim ji bo gerîla mîna cihekî pîroz tê pênasekirin. Lewma gerîla ewqas bi Zagrosê re girêdayî ye. Gerîla dixwaze cihê mirovahiyê biparêze, lê arteşa Tirk a dagirker ku hewl dide Zagrosê dagir bike. Gerîla Delal di operasyona dagirkeriyê ku 14’ê Nîsanê de dest pê kir, ji bo parastina vê xaka ku heyranê vî bû bi awayekî herî bi biryar li girên Zagrosê têkoşiya. Gerîla Delal bi pêkanîna pratîka xwe ya ewil kêfxweşiyek muezem dijî. Keliyek jî dest ji israra xwe ya lêdana dijmin berneda. Li Şikefta Birîndaran, ji bo Zagrosan ku pir jê hez dikir bênavber têkoşiya. Baweriya xwe bi serkeftinê anî û her tim li hemberî dijmin amade bû. Ji bo ku dijmin danekeve Girê Şikefta Birîndaran, bi şevan ji derve çeper girt. Bi sebrek mezin li benda dijmin bû. Dema dengê lingê dagirkeran bihîst, çalakiya xwe ku soz dabû pêk anî. Got dijmin nikare bikeve Şikefta Birîndaran, di taritiya şevê de kemînek çêkir, her îhtîmalê girt ber çavên xwe û bi bombeya destê xwe li benda dijmin bû. Bêdengiya ku taritiyê bin dixist bi namlûya Delal xira bû. Delal destûr nedabû. Tu car li hemberî hovîtiya dijmin ku mehan in didome, dest ji ji israr, têkoşîn û hêza lêdanê ya çalakger berneda. Têkoşîna xwe bi baweriya dilê xwe û kena xwe ya li ser rûyê xwe, gihand azweriya azadiyê, bi têkoşîna xwe ve li Zagrosan ku pir jê hêz dikir li hember mêtingerî û azadiya sexte ya ku qebûl nekir ber bi azadiyê ve meşiya.”