Gerîla û gel li Behdînanê 8'ê Adarê pîroz kirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li herêma Bedhînanê ji aliyê gel û gerîla ve hate pîrozkirin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gundê Xêzankê yê bajarê Akrê yê herêma Behdînanê ji aliyê gel û gerîla ve hate pîrozkirin.

Ewlekariya pîrozbahiyê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate kirin. Pîrozbahî siyarî şervanên YPJ'ê hate kirin ku li Efrînê di eniya berxwedanê ne. Hat destnîşanikrin ku ruhê berxwedanê yê li Efrînê geş bûye, wê di vê 8'ê Adarê de bi ser bikeve.

Piştî xwendina peyaman û axaftinan, koroya gerîlayên YJA Starê derkete ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.