Gerîla TV dîmenê drona ayîdê PDK'ê ya hat xistin weşand

Gerîla TV dîmenê drona ayîdê PDK'ê ya ku di 4'ê Gulanê de li herêma Garê hate xstin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî dabû:

“4'ê Gulanê saet di 17:30'î de ji baregeha PDK'ê ya li nehiya Bakirman a navçeya Akrê droneyek hate rakirin û ber bi nuqteyên gerîla yên li herêma Garê ve hate şandin. Ev droneya ku ji bo keşfa leşkerî hate şandin ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Cihê ku ev drone hate xistin 5'ê Gulanê sate di 04:00 de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve du caran bi rengekî giran hate bombekirin û hate xwestin ku drone bi temamî bê îmhakirin.”