Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû ya li herêma Xakurkê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniye ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî dabû:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 30'ê Çileyê saet di 07:30'î de li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş ê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de li stargeheke dijmin a li ser gir hate xistin û di encamê de stargeh bi temamî hate rûxandin, 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir."