Gerîla TV, dîmenê çalakiya li dijî saloxgêran weşand

Gerîla TV, ku dîmenê çalakiyên gerîla dikişîne, dîmenê çalakiyeke nû weşand.

Gerîla TV, dîmenê çalakiya 26'ê Gulanê ku li hemberî wesayiteke du saloxgêran hate kirin, weşand. Di çalakiyê de ku li dijî wesayita saloxgêran a ji qereqola Timokê ya li navçeya Hezo ya Êlihê derket hate kirin, her du saloxgêrên di wesayitê de yek mir yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê di daxuyaniyeke xwe de ev agahî da bû:

"26'ê Gulanê saet di 18:00 de, li hemberî wesayiteke saloxgêran a ji qereqola Timokê ya navçeya Hezo ya Êlihê derket, çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di çalakiyê de ji saloxgêrên di wesayitê de 1mir yê din jî birîndar bû."