Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî qereqola Çemanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên HPG’ê ku duh sibehê saet 05.00’an li Colemêrgê ya Şemzînê bi ser qereqola Çemanê de pêk anîbû weşand.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyê gotibû: ‘’ Piştî ku bi katyûşa, hawan, doçka û çekên nîv otomatîk li çeperên qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta hate xistin, hêzên me ji sê baskan ve avêtin ser nîzamiya qereqola Çemanê, ketin nava çeperan û li çeperên leşkerên Tirk li wan dan. Baskê destpêkê avêt ser hemû çeperên dijmin, hemû çeper îmha kir û di encamê de hemû leşkerên di çeperan de hatin kuştin.’’

Berfirehtirîna nûçeyê :