HPG: Artêşa Tirk li Şemzînanê ji hev hate xistin

HPG'ê agahiyên berfireh ên çalakiya ku duh danê sibehê li dijî qereqolên li navçeya Şemzînanê pêk anîn, eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, 2 jê cerdevan bi giştî 21 leşker hatin kuştin. Li Bazîdê jî di şer de leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û şerê rojên dawî daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand û ev agahî da:

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me li navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê çalakiyên berfireh li dijî artêşa TC a dagirker kirin. Li Şemzînanê hêzên me li çar qereqolan xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin di encamê de 2 jê cerdevan bi giştî 21 leşkerên dijmin hatin kuştin. Li Bazîdê jî leşkerekî dijmin hate kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

2'ê Mijdarê saet di 05:50 de, li Şemzînanê li hemberî qereqola Çeman û nîzamiya wê, li dijî qereqolên Begijne û Bêlutayê, çalakiyeke berfireh hate kirin. Hêzên me bi çekên giran li qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta xistin û ji sê baskan ve êrîş birin ser nîzamiya qereqola Çemanê.

Piştî ku bi katyûşa, hawan, doçka û çekên nîv otomatîk li çeperên qereqolên Çeman, Begijne û Bêluta hate xistin, hêzên me ji sê baskan ve avêtin ser nîzamiya qereqola Çemanê, ketin nava çeperan û li çeperên leşkerên Tirk li wan dan. Baskê destpêkê avêt ser hemû çeperên dijmin, hemû çeper îmha kir û di encamê de hemû leşkerên di çeperan de hatin kuştin.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li wesayitên zirxî û çeperên li nîzamiyeyê xist. Bi derbên xurt wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra û gelek wesayitên sivîl hatin rûxandin. 4 leşker û 2 cerdevanên di hundirê van wesayitan de bûn hatin kuştin. Ji ber gulerşandinê agir bi gelek çeperan ket. Piştî ku li çeperan hate dayin, ev baskê me yê çalakiyê ber bi çeperan ve çû û çeper yek bi yek îmha kir.

Hêzên me li nîzamiya feth kir, nekarî hejmara zelal a miriyan tespît bikin, lê li van çeperan çûn ser cenazeyên 19 leşker û 2 cerdevanan. Li vê derê çekek G-3 û Kalaşnîkovek desteser kirin. Hêzên me yên avêtin ser nîzamiya dijmin, nîzamiye şewitandin û piştî çalakiyê vekişiyan.

LEŞKERÊN LI QEREQOLÊN ÇEMAN, BEGIJNE Û BELUTAYÊ HATIN BÊBANDORKIRIN

Qereqolên Çeman, Begijne û Bêlutayê jî bi çekên giran hatin bêtesîrkirin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di vê çalakiya berfireh de, hevrêyên me Elîşêr, Andok, Rojhat, Şaho û Stêrk ku bi rêbazeke fedayî bi ser leşkerên dijmin ve çûn û bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer, tank, top û hemû teknîka di destê xwe de bombe li herêmê barand. Di vê bomberdûmanê de windahiya me çênebû û berevajî îdîayên Fermandariya Giştî ya Tirk 54 windahiyên me çênebûn. Di çalakiya serdegirtinê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê. Di vê çalakiyê de ku hejmara kuştiyên dijmin gelekî zêde ye, Fermandariya Giştî ya Tirk ragihand ku 8 kuştiyên wan heye û dewleta AKP'ê jî bi derewan ragihand ku di êrîşa hewayî de hêzên me windahiyên giran daye. Bi vê derewê hewl da vê çalakiya bi heybet a hêzên me veşêrin. Dewleta AKP'ê ku bi vê armancê tevahiya medya xwe xiste nava liv û tevgerê, tê dîtin ku hewldanên wê vala ne.

Nasnameya hevalên me yên bi fedayî şer kirin û şehîd ketin wiha ye:

Nasnav: Andok Ertûş
Nav paşnav: Ethem Dalga
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Gulê-Kerîm
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

 

Nasnav: Elîşêr Xoşmêr
Nav paşnav: Alî Îsazade
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Halîme-Mûhammed Emîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

 

Nasnav: Rojhat Ercîş
Nav paşnav: Ozcan Işik
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sevgul-Koroglû
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

 

Nasnav: Stêrk Gever
Nav paşnav: Nazli Alpdogan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Emîne-Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

 

Nasnav: Şaho Germiyanî
Nav paşnav: Birahîm Omer
Cihê jidayikbûnê: Kelar
Dayik-Bav: Navîre-Omer
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Mijdara 2017 / Colemêrg

LI PERÎXANÊ HATE ASTENGKIRIN KU HELÎKOPTER LEŞKERAN DEYNE

Hêzên me 2'yê Mijdarê saet 14.30'an di nav çarçoweya pêngavê de li Geverê, li mintiqeya Qela Perîxanê helîkoptêreke Skorskyê ji xwe re kiriye hedef, ku hewl dida leşkeran deyne. Helîkoptera ku ketî ber guleyên hêzên me bêyî ku bikaribe xwe deyne neçar maye ku ji qadê vekişe. Piştî çalakiyê hêzên dagirker mintiqeyên Qela Perîxanê û Tepê Hawar dane ber obûsan.

LI ÇELÊ ÇALAKIYEK LI DIJÎ TEPÊ KOORDÎNE

1'ê Mijdarê saet 15.30'an hêzên me kepçeyeke ku li nêzî girê Koordîne yê Çelê, li Tepê Ba xebatên rê dikir şewitandiye. Derbeke serkeftî li kepçeyê hatiye xistin û kepçe hatiye rûxandin. Di çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne baş diyar nebûye.

LI BAZIDÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Artêşa TC'ê ya dagirker ev demek e li ser sînorê Gilîdax û Îranê yê Bazidê ya Agiriyê dîwaran lêdike. Hêzên me 3'yê Mijdarê berê sibehê kepçeyeke hêzên dagirker li nêzî qereqola Tûjik a Bazidê kirine hedef. Di encamê de kepçe hatiye rûxandin û 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker operasyon daye destpêkirin, gelek wesayitên zirxî û ambûlans anîne qadê. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet gihane ser cihên xwe."