Gerîla Tv dîmenê çalakiya li Şirnexê weşand

Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG-YJA-Star a li dijî wesayîta kobra ya li çiyayê Gabarê ya Şirnexê weşand.

Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên HPG/YJA-Star a 5’ê Hezîranê li herêma navbera Tabûra Zivîngê ya herêma Findikê û Girê Guvenlîk ya Çiyayê Gabar a Şirnexê weşand ku 6 leşker hatibûn kuştin.

Dîmenên çalakiyê;

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;

“5'ê Hezîranê saet 16:50'î, li çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li cihekî navbera Tabûra Zivingê ya herêma Findikê û Girê Guvenlîk, hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê kirin. Heman deme derbên giran li wesayitê hate xistin û bi temamî hate rûxandin''Di çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Saetekê piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi desteka wesayitên zirxî, tank û helîkopterên bi tîpa Kobra, termên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin."