Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya li girê Koordîne yê li Çelê weşand ku 1'ê Sibatê hatibû kirin û di encamê de herî kêm 10 leşker miribûn, 5 jî birîndar bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê ev agahî dabû:

"1'ê Sibatê saet 10:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bû çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li konteynir û çeperên li ser gir hatin xistin û di encamê de konteynirek hate rûxandin. 10 ji leşkerên di hundirê konteynira hate rûxandin de bûn mirin, 5 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê. Leşkerên xwe yên mirî û birîndar jî bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir."