Gerîla TV, dîmenê çalakiya 14’ê Cotmehê weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya ku 14’ê Cotmehê li dijî leşkerên li noqteya asayîşê ya di navbera Alaya Garê û tesîsa Masiyan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêgê li dar xistin parvekir.
Gerîla TV, dîmenê çalakiya ku 14’ê Cotmehê li dijî leşkerên li noqteya asayîşê ya di navbera Alaya Garê û tesîsa Masiyan a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêgê li dar xistin parvekir.
Gerîla TV, dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya di 14’ê Cotmehê li dijî 30 leşkerên li nuqteya asayîşê ya di nava tevgerê de ku di navbera Alaya Garê û tesîa Masiyan de li dar xistin, parvekir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan wiha gotibû: “ 14’ê Cotmehê di saet 06:30’an de gerîlayên me li dijî 30 leşkerên Tirk ên li nûqteya asayîşê ya di navber Alaya Garê û tesîsa Masiyan a girêdayî Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek a sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bibû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi 5 wesayîtên zirxî, gelek ambûlansan û bi helîkoptereke skosky kuştî û birîndarên xwe rakiribûn.