Gerîla Tv çalakiya Girê Koordîne ya Heftanîn parve kir

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 9’ê Cotmehê li dijî leşkerên Tirk ên li Gir Koordîne ya Heftanînê lidar xistibûn, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir: “Hêzên me di 9'ê Cotmehê seat 13:00'an de li hemberi leşkerên ku Girê Koordîne de bi cih bûne çalakiyêk lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 mevziyên ku hatine hedef girtin bi awayek bibandor hatin lêdan û di encamê de 2 mevzî û leşkerên têde îmha bûn. Mevziyê ku tê de cebilxane hatiye veşartin jî piştî lêdana bibandor agir girt û îmha bû. Di vê çalakiyê de bi giştî 3 mevzî îmha bûn, 5 leşker hat cezakirin û gelek leşker jî birîndar bûn.”