Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Fatma Yavuz (Sema Pasur) a ku li çoltarên navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da li navçeya Pasurê ya Amedê bi çepik, tilîlî û dirûşiman spartin axê. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Xeyalên we yên PKK'ê îmha û tasfiye bikin tenê xeyaleke pûç e." Aydogan, bang li cerdevanan jî kir ku dest ji çekan berdin.
Cenazeyê Gerîlaya HPG'ê Fatma Yavuz (Sema Pasur) a ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da li Goristana Tirba Botiya ya navçeya Pasurê ya Amedê bi dirûşiman spartin axê. Cenazeyê Yavuz şevê din ji aliyê malbatê ve ji Meletiyê hate wergirtin û anîn navçeya Farqînê ya Amedê. Wecîbeyên olî yên cenaze li Mizgefta Haşo ya li taxa Mescîdê hatin bicihanîn. Cenazeyê Yavuz serê sibê ji aliyê girseya di nav de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî heye hate girtin û ber bi gundê Araşkayê ve birin. Dema ku karwanê cenaze derbas bû welatiyan çepik lêxistin.
BI ÇEPIK, TILÎLÎ Û DIRÛŞIMAN SPARTIN AXÊ
Cenazeyê Yavuz ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin Goristana Tirba Botiya. Di meşê de posterên 4 gerîlayên Kurd ên jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin û dirûşimên "Şehîd namirin", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ey şehîd riya te riya me ye" hatin berzkirin. Cenazeyê gerîla Yavuz bi çepik, tîlîlî û dirûşiman spartin. Piştî karên defînê rêzgirtin hate girtin û sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.
Piştî merasîmê Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axaftinek kir û wiha got: "Îro gelê Pasurê zarokekî xwe yê herî bi qîmet oxur dike. Îro gelê kurd jinek kurd a çeleng dide axê. Gelê kurd hate duh dihat înkarkirin lê bi saya van hevalan hate vê astê. Gelê kurd bi saya van hevalan di vê astê de ye. Xeyala PKK'ê îmha bikin xeyaleke xam e. Hun sernakevin û dê bê encam bimînin. Dem dema bi Ocalan re muzakereyê ye."
BANG LI CERDEVANAN KIRIN
Aydogan bang li cerdevanan jî kir û wiha axivî: "Têkoşîna gelekî ya azadiyê ne. Li aliyekî zarokên gel ji bo azadiyê canê xwe fida dikin li aliyê din hûn ji bo 700 TL. guleyan berdidin zarokên gelê xwe. Êdî bes e. Ji we re jî êdî bes e. Kesên li hemberî têkoşîna gel radiwestin dê rojekê serê xwe bitewînin. Ji bo ku serê xwe li hemberî gelê xwe neçemînin li cem gelê xwe cih bigirin. An azadî an azadî"
Piştî axaftinan girseyê slogana "Şehîd namirin" berz kir û ji goristanê veqetiyan.