Gerîla: Sala 41'ê wê bibe sala serketin û azadiyê

Gerîla ku xwe bi îdîayeke mezin ji bo sala 41'ê ya PKK'ê amade dikin gotin, "Li dijî dijmin her tim bersiveke me heye. 'Ya serketin, ya serketin'. Ji bilî vê alternatîfeke din nîne."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bal kişandin ser destketiyên 40 salî yên PKK'ê û diyar kirin, ji bo sala 41'ê bibe sala serketinê wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan salvegera damezradina PKK'ê li şehîdan, li gelê Kurdistanê, hemû gelan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

YA SERKETIN YA SERKETIN!

Hêvîdar Şîrvan: Têkoşîna me 40 sal in didome. Bala hemû cîhanê li me ye. Hêzên serdest timî li benda tinebûna PKK'ê ne. Lê belê di demên herî zehmet de rê bi PKK'ê ronî dibe. Tevger pêngavên mezin dike ku pêşî li tasfiyeyê digire. Li dijî dijmin her tim bersiveke me heye. Em hene. Li dijî armanca dijmin a ji bo tinekirinê, em bi sed qatî hîn bi biryar in. Ji bilî 'ya serketin ya serketin' alternatîfeke din ji bo me nîne.

RUHÊ BINGEHÎN KU JIYANA AZAD JI XWE RE ESAS DIGIRE

Çekdar Artêş: Dema ku qala PKK'ê tê kirin, ruh, îrade, kelecan, hêvî, jiyan, azadî û têkoşîna gelê Kurd tê bîra mirovan. Dewleta Tirk 40 sal in bi rêbazên gelekî qirêj êrîşî gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û gerîlayan dike. Bi konseptên psîkolojîk û şerê taybet, ji ala 1978'an û vir ve êrîş dike. PKK her roj û her sal bi ser dikeve. Bi van serketinan dest bi sala 41'ê dike. Dijmin bi ser nakeve, ji ber ku PKK ruhekî bingehîn e ku jiyana azad ji xwe re esas digire.

PKK NAQEDE, TIMÎ MEZIN DIBE

Huseyîn Taxikê: Têkoşîn û berxwedan li pêş çavan e. Dijmin her sal dibêje 'Em ê PKK'ê biqedînin'. Lê PKK timî mezin dibe. Çalakiyên gerîla, berxwedana gelê Kurd eşkere ne. Dibe ku dijmin timî van gotinên xwe dubare bike, lê ji bo me ne girîng e. Çi dibe bila bibe sala 41'ê wê ji bo me bibe sala serketinê. Dijmin ji xwe li çiyayên azad têk çûye. Hêza xwe jî nîne. Ji bilî tank, top û balafiran tiştekî xwe nemaye. Têkoşîna me wê heta dawiyê bidome.

DIJMIN TÊK DIÇE

Xalîs Amed: 27'ê Mijdarê rê li ber guhertinên mezin vekir. Piştî şehadeta hevalê Hakî Karer, Rêberê me biryara partîbûnê da. Vê biryarê rewşa heyî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn ser û bin kir. Bi 27'ê Mijdarê re gel rabû ser piyan. Ev yek bi keda Rêberê me û şehîdan çêbû. Têkçûna dijmin a li Kurdistanê ya ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî li pêş çavan e. Sala 41'ê ya PKK'ê wê bibe sala serketinê ya gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn. Em dixwazin sala 41'ê ya PKK'ê bikin sala azadiya Rêbertî.

ŞENS E KU MIROV MILÎTANÊN WÊ BIN

Nûda Sason: PKK'ê ji her alî ve mohra xwe li rûpelên dîrokê xistiye. Ruhê gelê berxwedêr bi saya PKK'ê ji nû ve zindî bû gihîşt asta herî bilind. Bi saya şehîdên xwe me 40 sal li pey xwe hişt û em niha sala xwe ya 41'ê pîroz dikin. Ji bo şenseke mezin e ku em milîtanên vê tevgerê ne.