Gerîla name ji berxwedêrên rojiya mirinê re şand

Bi îmzeya Erdal Tolhildan, gerîlayan nameyek ji 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne şand. Di nameyê de hate gotin, "Gaveke mîna ya 15'ê Tebaxê ku silav da 14'ê Tîrmehê wê teqez bê avêtin."

Nameya bi navê gerîlayên HPG û YJA Starê hate nivîsandin û 1'ê Gulanê hate şandin.

Di destpêka nameyê de hate gotin, "Hevrêyên me; ez destpêkê we hemûyan bi hestên şoreşgerî silav dikim, baweriya xwe ya bi serketinê ku di şexsê we de careke din berbiçav bûye careke din dubare dikim û li pêşberî serketina we ya bi hêviyê, bejna xwe bi rêzdarî ditewînim."

Di nameyê de pirsa, "Di nava dîroka ku dewletê ser û bin kiriye de, gelo hatiye dîtin ku yên serketî teslîmî binketiyan bûye?" hate kirin û hate gotin, "Mazdek teslîm nebûbû, Babek û Hurrem jî. Şêx Bedrettîn û Torlak Kemal jî. Gelo Elîşêr Koçgirî, Şêx Seîd, Seyîd Riza? Na, ew jî teslîm nebûn. 30'ê Adara 1972'an li Kizildereyê, Mahîr teslîm nebû ku serketina wî bû malê 50 salên piştî wî. Denîz, Huseyîn û Yûsûf ên sibeha 6'ê Gulanê dema ji bo darvekirinê ji Girtîgeha Mamakê hatin wergirtin, dema ku ji korîdorên girtîgehê derbas dibûn û berê xwe dan derî, li teslîmiyetê nefikirîbûn. Ji ber ku zanîbûn ku wê kêliyê ew bi ser ketine. Li yek ji wan koxûşan ciwanekî Kurdistanî yê 23 salî digot, 'Ji ber ku ji bo serxwebûna welatê xwe û gelê xwe dimirim, ez kêfxweş im. Hûn; ên ku me bi darve dikin, hûn ê bi bêşerefiya xwe her roj bimirin'. Îbrahîm Kaypakkaya ku her rojên sê meh û nîvên heta 18'ê Gulana 1973'an bi serketinê dagirt, teslîm nebû. Hakî Karer ku roja 18'ê Gulanê li taxa Duztepe ya Dîlokê bêçek û bêguman çû cihê hevdîtinê, teslîm nebû. Ji ber ku zanîbû bê ji bo tevgereke dîrokî gavên destpêkê diavêje û ji zûdeyî bi ser ketiye. Mazlûm ku di şeveke Newrozê de bi sê darikên niftikê cejna hevrêyên xwe pîroz kir, bi rengê herî dilnizm ê dîrokî serketin pîroz kir û bersiva herî mezin da banga teslîmiyetê ya darbeya 80'î. Çarên ku 18'ê Gulana 1982'an agirê bêdawî yê serketinê pê xistin, bi nameyeke ku li dû xwe hiştin bang li her kesî kirin ku li dora êgir bicivin. 14'ê Tîrmeha 1982'an berxwedana ku bi şeş hevrêyan dest pê kir, zanîbûn ku wê sibe bigihêje milyonan mirovî û bi vê têgihiştinê serketin pîroz dikin. Zulkuf Gezen dema ku agir geş kir, nîşan dida ku li nava çar dîwaran nikare teslîm bê girtin. Rêber Apo li Îmraliya ku ji bo teslîmgirtinê hatiye avakirin, her kêliya 20 salan şoreşê dike. Lewma mejiyê têkçûyî yê ku bi tecrîdkirinê dixwaze Rêber Apo teslîm bigire, ji mêj ve têk çûye.

30 NÎSANÊ ROJA ME YA SERKETINÊ YE

Li ser rûyê dinyayê ti dîwar nikare li ber tîna Rojê bisekine. Ti hucre nîne ku karibe mirovahiyê hemûyî bigire. Ji bilî PKK'ê ti hêz nîne ku tevî 40 salên derbasbûyî her roja nû bi îdealên kevn nabin û bi wî ruhê amator vediguherîne şoreşê.

Hevrêno, 30'ê Nîsana 2019'an êdî roja we ya serketinê ye. 30'ê Nîsanê ew roj e ku yên ji jiyanê û Rojê gelekî hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe bidin, bi tîna 14'ê Tîrmehê careke din xwe nîşan dane. Hûn bûne yên destpêkê ku cejna nû ya gelê me, ya dîroka partiyê pîroz dikin.

RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ BI BEDEN BÛ

Li dijî hebûna genî ya darbeya 80'î ku ji gorê derketiye û riziyayî, we ruhê 14'ê Tîrmehê ji nû ve bi beden kirin. Dixwazim ku hûn bi vê zanibin; Wê gaveke 15'ê Tebaxê ya ku silavê dide 14'ê Tîrmehê, wê Egîdekî ku bersivê dide Mazlûm her hebin.

NE ŞÎN E, PÎROZMENDÎ YE

Dayikên me yên Kurdistanê wê ji îro û pê ve şînê girê nedin; ji ber ku parastina nirxên mirovaniyê şîn nîne, hinceta pîrozmendiyê ye. Ez careke din bi hestên şoreşgerî we ji nû ve silav dikim û li pêşberî rojên ku bi hêvî û serketinê derbas dibin, sond dixwim ku hêjayî we bim.

Bi silav û rêzên hevrêyî."