Gerîla li 'Yekîneyên Veşartî' xist: Bi dehan leşker mirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê, 'Yekîneyên Veşartî' yên artêşa Tirk ên li Şemzînanê derketin operasyonê şopandin û ji du baskan ve lê dan. Tê gotin, bi dehan leşkerên Tirk mirine û birîndar bûne.

Operasyonên artêşa Tirk ên ji Şemzînanê heta Çelê yên li ser sînor dewam dikin. Di çalakiyên gerîla de gelek leşker hatin kuştin.

Nûçegihanên ANF'ê yên operasyon û şerê li herêmê dişopînin gotin, artêşa Tirk roja 26'ê Cotmehê danê nîvro bi 'Yekîneyên Veşartî' li herêma Govendê ya ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kir.

Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanan ve hatin ragihandin, hêzên gerîla heta 27'ê Cotmehê danê nîvro 'Yekîneyên Veşartî' şopandin û ji du baskan ve lê dan. Li gorî agahiyên destpêkê bi dehan leşkerên artêşa Tirk mirine û birîndar bûne. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk bombe li herêma Govendê barand.

LI GEVER Û ÇELÊ  ÇALAKÎ

Wekî din, sewqiyata leşkerî ya ber bi girên Şehîd Rojîn û Bayê yên navçeya Gever a Colemêrgê dewam dike. Dema ku artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê datanî, hêzên gerîla çalakî pêk anîn. Tê gotin ku di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî, duh saet di 15:00 de li girên Koordîne û Mergenîşê çalakiyên gerîla hebûn. Hat ragihandin, ku li vê derê jî gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne, lê agahiyeke zelal bi dest neket.

Artêşa Tirk duh bi şev saet di navbera 02:00-03:00 de bombe li herêma Xeregolê barand.

Liv û tevgera hewayî ya li ser sînor dewam dike.