Gerîla li Xerzanê lê da: 12 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Qada Şêx Cûma ya Bedlîsê û Hîzanê de 12 leşker hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir ku  ji bo bibîranîna gerîllayên ku li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan, çalakî hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona li Kerboranê ya Mêrdînê û êrîşên hewayî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de derbarê çalakiya li Xerzanê ev agahî hatin dayîn:

LI ŞÊX CÛMAYÊ 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 25’ê Nîsanê de li berwarên Kember û Sîserê yên li Qada Şêx Cûma ya Bedlîsê li hemberî yekîneyên nepen ên artêşa Tirk çalakiyeke hatiye lidarxistin. YJA-Starê ji du milan ve li vê yekîneyê dane. Ji 15 metreyan bi çekên ferdî û RPG-7’ê li leşkeran dane. Li vê derê 10 leşker hatine kuştin û gelek jê jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê 2 helîkopterên Skorskyê hatine û mirî û birîndarên xwe rakirine. Dijmin bi Kobra û hawanan qad bombe kiriye û piştî wê jî li Sîser û Kemberê operasyon daye destpêkirin. Operasyon di 26’ê Nîsanê de bi dawî bûye û hinek yekîneyên xwe yên nepen jî dîsa li qadê bi cih kirine.

LI HÎZANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li Girê Milê Evdî yê Hîzanê ya bi ser Bedlîsê ligel ku hêzên me yên gerîlla cerdevanên wir hişyar kirine jî, cerdevan bi piştgiriya leşkeran darên wê derê dibirin. Di 26’ê Nîsanê di saet 16.30’an de dema ku komek leşker ji gir dadiketin, hêzên me çalakiyeke sabotajê li dar xistin û li vê derê 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê hemû rê hatine girtin û li qadê operasyon dane destpêkirin û di destê êvarî de bêyî ku encamê werbigirin operasyon bi dawî bûye.

Her du çalakî ji bo bibîranîna hevalên me yên ku li Xerzanê şehîd bûne, hatine lidarxistin.

LI KERBORANÊ OPERASYON

Di 19’ê Nîsanê de di destê sibehê de artêşa Tirk li Kerboranê ya bi ser Mêrdînê bi beşdariya 5 hezar leşkeran operasyon da destpêkirin. Leşkeran li hin cihan kamera bi cih kirine. Ev operasyon di destê êvarî yê 22’ê Nîsanê de bêyî encam bi dawî bûye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 26’ê Nîsanê di navbera saet 13.00-13.30’an de balefirên şer ên Artêşa Tirk li ser qada Şehîd Rustem a Zapê bombe barandine. Di 25’ê Nîsanê saet di navbera 07.00-07.30’an de balefirên şer li ser qada Ertûşê ya li ser sînorê Çelê bombe barandine.