Hêzên gerîla li sekvanên artêşa Tirk xistin!
Hêzên gerîla, li herêma Barzanî li leşkerên Tirk ên derketin operasyonê xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên sekvan hatin kuştin. Li Çelê jî 4 leşker hatin kuştin.
Hêzên gerîla, li herêma Barzanî li leşkerên Tirk ên derketin operasyonê xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên sekvan hatin kuştin. Li Çelê jî 4 leşker hatin kuştin.
Leşkerên Tirk ên li mintiqeya Koordîne ya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê derketin operasyonê, bûn hedefa hêzên gerîla.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, duh saet di 17:00 de, li girê Koordîne hêzên gerîla li hemberî 2 leşkerên Tirk ên sekvan çalakiyek kirin. Di encamê de her du sekvanên Tirk hatin kuştin.
Wekî din, li herêma Petro ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê, gerîla li dijî maşînên kar ên ji bo operasyonê rê çêdikirin, çalakî kirin. Di encamê de 5 kesên li dora van maşînên kar hatin kuştin, ku 4 jê leşker in.
Artêşa Tirk, cenazeyên xwe duh êvarê bi helîkopteran ji herêmê rakir.