Gerîla li Colemêrgê li leşkerên Tirk dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Çelê û Colemêrgê û êrîşa bi balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.

Li gorî daxuyaniyê; "2'ê Nîsanê saet 10:30'î, hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Şkêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Derb li çeper û avahiyên li nava qereqolê hatin xistin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

1'ê Nîsanê saet 10:00, hêzên me li leşkerên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê xistin. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Hêzên me roja 1'ê Nîsanê li dijî yekîneyên artêşa TC a dagirker ên li qada Adilbeg a navçeya Şemzînana  Colemêrgê bûn hin çalakiyên sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di van çalakiyan de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

Roja 2'ê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Saet 15:30'î bombe li qadên Kunişka û Şehîd Mûnzûr ên Zapê û gundê Şuşanê û pira Xakurkê yên li herêma Xakurê barandin."