Gerîla li Bedlîs, Çewlîk û Çelê lê dan: 9 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakî û operasyonên li Çewlîk, Şirnex, Colemêrg û Bedlîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 9 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî da:

LI BEDLÎSÊ ÇALAKIYA YJA STARÊ

"Roja 8'ê Gulanê, hêzên YJA Starê, li navçeya Xîzan a Bedlîsê dor li yekîneyeke artêşa TC girtin û saet di 18:00 de li yekîneyê dan. Ji cihekî nêz ve derb lê hat dayîn û di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên li eyaleta Garzanî şehîd bûn hate lidarxistin.

ÇEWLÎK

3'ê Gulanê saet di 21:00 de, hêzên me li nêzî qereqola Gaz a ser bi navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê, kemîn danîn pêşiya komek ji leşkeran. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI DIJÎ TRENÊ

5'ê Gulanê saet di 15:30 de, li hemberî treneke bar a ji Elezîzê diçû navçeya Dara Hênê, li nêzî Deşta Êmanê çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di çalakiyê de derb li trenê hate xistin.

7'ê Gulanê saet di 14:00 de, li nêzî qereqola Bawan a navçeya Dara Hênê, hêzên me maşînên kar ên rêyên ewlekariyê çêdikirin, şewitandin. Her wiha karkerên li vê derê hişyar kirin û piştre berdan.

Roja 8'ê Gulanê, artêşa TC li herêma Dara Hênê dest bi operasyonekê kir. Di heman rojê de, saet di 11:45'an de hêzên me li quntarên Hêgaderê li dijî baskekî operasyonê çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de 3 leşker birîndar bûn.

ŞIRNEX

8'ê Gulanê saet di 19:00 de qereqola Osyan a li herêma Besta ya Şirnexê bombe li derdora gundê Xirbikê Beste barand. Her wiha helîkopterên bi tîpa Kobra jî li herêmê dan. Piştî bomberdûmanê artêşa TC leşker danî derdora gund û yekîneyên xwe yên veşartî li herêmê bi cih kir.

8'ê Gulanê saet di 09:30 de, komek ji gerîlayên me li geliyê Deştanê yê li navçeya Qilaban a Şirnexê, li leşkerên artêşa TC rast hat. Li vê derê ji bo demeke kurt şer qewimî. Di vî şerî de hevalekî me şehîd bû. Piştî şer, hêzên me dor li leşkeran girtin û bi çekên RPG-7 li leşkeran dan. 1 jê giran bi giştî 6 leşker birîndar bûn.

COLEMÊRG

8'ê Gulanê saet di 15:00 de, li girê Havan ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hate lidarxistin, ku artêşa TC lê bi cih bû bû. Di çalakiyê de ku bi çekên ferdî û giran hate kirin, çeperek hate rûxandin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC heta saet 16:30 obus û hawan avêt herêmê. Piştî bomberdûmanê, bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên mirî û birîndar ji herêmê hatin rakirin.

Roja 7'ê Gulanê saet di 17:30 de, li dijî qereqola Girê ya li navçeya Çelê bi hawanan çalakiyek hate kirin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

8'ê Gulanê saet di 23:00 de, balafirên şer ên artêşa TC, bombe li qada Çemço ya li Zapê barandin.

Heman rojê saet di navbera 21:00-23:30 de geliyê Sergele, derdora gundê Baskê yê Deraşa  yên ser bi navçeya amediye ya Duhokê, ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin. Ji ber vê bomberdûmanê zerar li rezên gundiyan bû."