Gerîla lê da: 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker birîndar bûn

Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG/YJA Starê dewam dike. Di çalakiyên gerîla de herî kêm 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên pêngava şoreşgerî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 28'ê Nîsanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Li gorî vê yekê;

Hêzên me saet 9'an li hêzên dagirker ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Çalakî ji du baskan ve hate kirin û derbên giran li dijmin hatin xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin, 2 kozik jî hatin rûxandin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan herêm da ber bombeyan.

LI LÊLÎKANÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

Heman rojê hêzên me saet 13'an li geliyê Elî Dirêj ê li qada Lêlîkanê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî yekîneyeke dijmin çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Danê nîvro saet 14:30'î jî hezên me li çeperên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê xistin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

OPERASYONA LI AMEDÊ BÊ ENCAM MA

22'ê Nîsanê, artêşa TC a dagirker li qadên Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat û Şehîd Remzî yên li navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir. 23'ê Nîsanê saet 12:30'î bi desteka helîkopterên êrîşên yên bi tîpa kobra, helîkpterên bi tîpa Skorsky leşker danîn derdora gundê Xosor û gundikê Mala Farqîn ên Licê. Hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li qadê barandin û zext li gundiyan kirin. Operasyon êvara 23'ê Nîsanê bê encam qediya.

25'ê Nîsanê saet 06:00, artêşa TC a dagirker bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra, bi gelek helîkpterên bi tîpa Skorsky leşker danî qadên Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat û gundê Xosorê. Bi vî rengî dest bi operasyoneke berfireh kir. Heman rojê saet 12:30'î hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê li nêzî gundê Xosorê çalakiyeke sabotajê kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştre yekîneya dijmin li qadê belav bû û bû hedefa hêzên me. Ji cihekî nêz ve derb li leşkerên dijmin hate xistin û di encamê de leşkerek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn. Heman rojê hêzên me yekîneyeke operasyonê kontrol kirin. Heta nêzî gundê Horselê kontrol kirin û piştre saet 17:30'î ji cihekî nêz ve lê dan. Ji 3 baskan ve li yekîneya dijmin hate reşandin û 2 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky jî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin. 26'ê Nîsanê artêşa TC a dagirker avêt ser gundan, çend gundî destgîr kir û êşkence li wan kir. 28'ê Nîsanê operasyona dagirker qediya û hêzên operasyonê vekişiyan."