Gerîla ew mirov in ku hewl didin xeyalên xwe pêk bînin

Gerîla civata wan mirovane ku naxwazin xiyanetê li xeyalên zarokatiya xwe bikin. Civata wan mirovane ku ne tenê xeyalan dikin, her wiha li pey xeyalên xwe ne û hewl didin pêk bînin.

Senar Mete (Hakî Şiyar) ku berdevkê ciwanan bû û bi vî rengî pêşengî ji çalakiya mertalên zindî re kir, piştre tevlî nava refên gerîla bû û di 24'ê Mijdara 2019'an de şehîd bû. Her kêliya jiyana xwe ya gerîla ji nû ve afirand û ev yek jî di nivîsên xwe de vegot.

Senar Mete di sala 1982'an de li Tetwanê ji dayik bû û li nava derdoreke welatparêz mezin bû. Mîna gelek ciwanên Kurd neçar ma ku ji xaka xwe ya dagirkirî koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Senar Mete di navbera salên 2000 û 2005'an de bi rengekî çalak tevlî têkoşîna azadiyê ya Kurd bû.

Ji bo mafên gelê Kurd ên hatin binpêkirin û ji bo çareseriyeke demokratîk a li dijî dagirkeriya li Kurdistanê komek ji ciwanan di sala 2005'an de xwe gihandin Qendîlê û bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwazên xwe ragihand. Senar Mete jî berdevkê vê komê bû.

Mete gihîşt wê têgihiştinê ku bêyî şerekî xurt ê li dijî dewleta Tirk ew nikarin azad bibin û bi vê têgihiştinê tevlî nava refên gerîla bû.

Senar Mete li Behdînan, Zap, Xinerê û Xakurkê û gelek herêmên cuda têkoşiya. Her kêliya jiyana gerîla bi wateyê ji nû ve afirand û ev yek jî bi nivîsên xwe vegot.

Senar Mete di 24'ê Mijdara 2006'an de di nivîseke xwe de wiha qala gerîlatiyê dikir:

"Divê mirov çi tevlî gerîlatiyê bikin ku bêhtir watedar bikin û bijîn? Dibe ku gelek ji me li ser vê pirsê fikiriye. Hinekan ji çavê nirxan, hinekan jî ji çavê romantîzma şoreşgerî li vê pirsê temaşe kirine. Gerîlatî bi navê mirovahiyê û gel sekneke wekhevî û azadiyê ye. Li dijî zordariya hovane ya kelehên mêtingeriyê teslîmnebûn û alaya berxwedanê ye. Hinek hene ku dibêjin, di nava gerîlatiyê de çawa dibe ku karên zarokatiyê hebin? Zarok xwedî dinyayeke cuda ye; mîna xewn û xeyalan, mîna lêgerîna li wateyê, mîna dîtina jiyanê mîna lîstikekê. Dibe ku her xewn û xeyalên zarokekî li gorî şert û mercên xwe yên jiyanê bin. Ji ber ku piraniya civak xizane bi giranî li şert û mercên baştir, wekhev û azad difikirin.

Serok Apo pêwendiya xeyalên zarokan bi şertên civakî ve destnîşan dike û dibêje, 'Ez ê ti carî xiyanetê li xeyalên xwe yên civakî nekim'. Mesele hemû wiha ye. Bi dîtina min xewn û xeyalên zarokatiyê paqij û bêgunehin. Pirsgirêk ji ber wê yekê ye, ku mirov çiqasî bi xeyalên zarokatiyê ve girêdayî ne yan jî çiqasî xiyanet lê kirine. Dema ku mirov di vê çarçoveyê de li gerîlatiyê binerin, hingî dikarin bêjin ku gerîlatî civata wan mirovane ku naxwazin xiyanetê li xeyalên xwe bikin. Ne civata xeyalperestane, lê belê civata wan mirovane ku li pey xeyalên xwe ne û hewl didin pêk bînin. Zarok her kêliya jiyana xwe mîna lîstikekê dijîn. Di nava gerîlatiyê de jî cudahiyek nîne, lê belê lîstikên gerîlatiyê hinekî metirsîdarin."