Gerîla artêşa Tirk têk bir
Ji bo gel û gerîlayên Kurd, sala 2016'an bû saleke xurt a berxwedan û têkoşînê. Dewleta Tirk di çarçoveya "plana têkbirinê" de êrîşên xwe yên topyekûn li dijî gelê Kurd, bajarên Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd dewam kir.
Ji bo gel û gerîlayên Kurd, sala 2016'an bû saleke xurt a berxwedan û têkoşînê. Dewleta Tirk di çarçoveya "plana têkbirinê" de êrîşên xwe yên topyekûn li dijî gelê Kurd, bajarên Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd dewam kir.
Dewleta Tirk a ku li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê ti encam bi dest nexist, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi operasyonên tinekirinê kir û bi tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest, gelê Kurd tine bike.
Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li dijî van êrîşên tinekirinê, li hemû herêmên gerîla bi taybetî li Zap, Zagros û Amedê bi berxwedanê bersiv dan û derbên şikandinê li artêşa Tirk xistin.
CIWANÊN KURD BI YPS'Ê BERSIV DAN
Li dijî êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk, ciwanên Kurd bi Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û Yekîneyên Parastina Sivîlan ên Jin (YPS-Jin) bi mehan li ber xwe dan. dewleta Tirk di sala 2016'an de jî operasyonên xwe yên tinekirina gelê Kurd û bajarên Kurdan dewam kir. Ciwanên Kurd li dijî vê yekê berxwedana xwe mezin kirin û derbên mezin li artêşa Tirk xistin.
SALA 2016'AN BI ÇALAKIYÊN GERÎLA DEST PÊ KIR
Dewleta Tirk operasyonên xwe yên leşkerî-tinekirinê yên li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bê navber dewam kir. Dewleta Tirk ku bi piştgiriya hewayî operasyonên bejahî meşand, êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Çalakiyên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd ku di rojên destpêkê yên sala 2016'an dest pê kirin, tevahiya salê dewam kirin. Hêzên gerîla bi taybetî li Amedê, li gelek bajar û herêman çalakiyên sabotajê pêk anîn û derbên giran li artêşa Tirk xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bîlançoya 4 mehên destpêkê yên sala 2016'an daxuyaniyek da û got, "Dewleta AKP'ê ya mêtînger, ku qîma xwe bi êrîşên hovane yên li hemberî bajarên xweparastinê nanî, êrîşên li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê tevahiya zivistanê dewam kir û xwest ji şert û mercên zivistanê sûdê werbigire, bi vî rengî derbê li gerîlayên me bixe û tine bike. Lê belê gerîla bi performansa xwe ya bilind û tecrûbeya xwe ya kûr ev hemû êrîş pûç kir û bi çalakiyan bersiv da van êrîşan.
Dewleta AKP'ê ya faşîst li Bakurê Kurdistanê ji hewa û bejahî ve operasyon li hemberî gelek herêman kir. Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrîşên berfireh ên hewayî pêk anî. Dewleta AKP'ê ji van êrîşan ti encam bi dest nexist. Li hemberî dewleta AKP'ê, gerîlayên me hêza xwe parastine û bi perwerde, kûrbûn û moraleke bilind xwe dest bi pêvajoya biharê kirine. Tevî şert û mercên zivistanê jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gelek çalakiyên bersivdayînê lidar xistin û bi vî rengî hem destek dan berxwedana li bajaran hem jî hewl dan êrîşên dijmin bişikînin."
Li gorî daxuyaniyê di nava 4 mehê destpêkê de artêşa Tirk 43 operasyonên bejahî, 183 operasyonên hewayî, 310 êrîşên bi tank, hawan û obusan pêk anî û 215 caran bi balafirên bê mirov keşf kir. Di operasyonan de 18 caran şer derket. Hêzên gerîla 139 çalakî pêk anîn. Di encama çalakî û operasyonan de 390 leşker-polîs hatin kuştin, 198 leşker-polîs birîndar bûn. Derb li 20 maşînên leşkerî hatin xistin û di çalakiyan de derb li 7 helîkpoteran hate xistin. Di çalakî û operasyonan de 80 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî dîl hatin girtin."
ARTÊŞA TIRK ŞERÊ MAN Û NEMANÊ DIMEŞÎNE
Çalakiyên gerîla yên zivistanê bi biharê re veguherî 'operasyonên şoreşgerî'. Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê gerîlayan li qereqol û kalekolên artêşa Tirk xistin û kirin ku gelek kuştiyên artêşê çêbibin. Artêşa Tirk jî bi derfetên xwe yên teknîkê li heremên Zagros û Zapê dest bi operasyonê kir û li van herêman jî derbên giran xwar. Artêşa Tirk ku şerê man û nemanê meşand, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla li vê derê bi rojan li ber xwe dan, êrîşên dewleta Tirk şikandin û dest bi operasyonên şoreşgerî kirin. Di vê çarçoveyê de, di operasyoneke şoreşgerî ya 13'ê Gulanê de li qada Aşutê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê helîkoptereke bi tîpa Kobra hat xistin. Ev dîmenê xistina helîkopterê bi fuzeya gerîla di medyayê de hat parvekirin û vê yekê rê li ber şîroveyên ku wê rêveçûna şer biguhere, vekir.
AKP ji bo ser vê têkçûna artêşa xwe bigire, medya xwe xist dewrê û bi weşandina nûçeyên bêbingeh rastiya şer hewl da vêşere. Lê belê gerîla bi dîmenên çalakiyên xwe, ev hewldanên nixumandina rastiyan jî têk bir.
GERÎLA BI OPERASYONÊN ŞOREŞGERÎ BERSIV DA ÊRÎŞÊN TINEKIRINÊ
Gerîlayên azadiyê bi operasyonên şoreşgerî bersiv dan êrîşên tinekirinê û li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên sabotajê dewlet hejand. Li Stenbol, Amed, Wan û Mêrdînê û li gelek bajarên din bi çalakiyên xwe yên sabotajê kirin ku dewleta Tirk gelek kuştiyan bide.
Li pêşberî vê yekê dewleta Tirk serî li siyaseta xwe ya qirêj da û cerdevan li ser rêyan di bendên kontrolê û di operasyonan de jî li refên herî pêş bi cih kir û bi vî rengî xwest di nava Kurdan de şer derxîne.
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, Erdogan ev rewş ji xwe re weke 'Xêra Xwedê' dît, Rewşa Awarte ragihand û li dijÎ destketiyên gelê Kurdistanê li hemû parçeyan ket pozîsyona şer.
DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ ROJAVA KIR
Dewleta Tirk û AKP dema li pêşberî gerîla bi ser neket, di bin navê 'Mertala Firatê' de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Di 24'ê Tebaxê de berê xwe da Cerablûs û Dabikê. Artêşa Tirk bêyî ku şer bike ev herêm ji çeteyên DAIŞ'ê dewr girt û xwest êrîşî Minbicê bike. Lê ji ber berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nekarî bi pêş ve biçe, vê carê berê xwe da Babê. Bi vê dagirkeriyê xwest pêşî li gihîştina hev a Kantonên Efrînê û Kobanê bigire. Gelek caran êrîşî Efrînê, Kobanê, Minbicê û Girê Spî kir û gelek sivîl kuşt.
Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî bi biryarnameyan AKP'ê dest danî ser şaredariyên Kurdan, bi sedan sazî û komeleyên civaka sivîl girt, Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksedag jî di nav de gelek parlamenterên HDP'ê û bi sedan siyasetmedarên Kurd girt.
ARTÊŞA TIRK LI PÊŞBERÎ BERXWEDANA GERÎLA TÊK ÇÛ
Di sala 2016'an de li pêşberî berxwedana gel û gerîlayên Kurdistanê, prestîja artêşa Tirk têk çû. Ji ber vê yekê di destpêka meha Îlonê de li Çelê û Şemzînanê operasyon da destpêkirin. Di vî şerê bi balafirên şer, helîkopteran, tank, top û bi hezaran leşkeran de, artêşa Tirk gelek kuştî da. Di vê navberê de çalakiyên gerîla jî bê navber dewam kirin. Hêzên gerîla ji Derya Reş heta Dersîmê, ji Amedê heta Serhedê, ji Botanê heta Zagrosan bi şerekî berxwedanê yê aktîf meşand û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pûç kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser bîlançoya mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de ev agahî da:
"132 operasyonên bejahî hatin kirin. 83 êrîşên bi balafirên şer, 36 êrîşên bi helîkopterên kobra, 85 êrîşên bi hawan, obusk, tan û topan hat kirin. Di 530 çalakî û şer de 21 jê payebilind 1736 leşker û polîs ahtin kuştin, 676 polîs û leşker birîndar bûn, 4 jê tank, 120 maşînên zirxî hatin rûaxndin. Di çalakiyan de 214 hevrêyên me şehîd bûn, 6 hevrêyên me dîl ketin destê dijmin.
TAK KET DEWRÊ
Li dijî AKP'e û hêzên wê yên ewlkariyê ku di nava salê de bi rengekî faşîzan êrîşî gelê Kurd kirin, Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) ket dewrê. Li dijî van êrîşên tinekirinê, TAK'ê li cihênw eke Stenbol, Beşîktaş û Kayseriyê çalakîp êk anî. Di van çalakiyan de bi dehan leşker û polîs hatin kuştin. Bi taybetî hesab ji Tûgaya Komando ya Kayseriyê pirsî, ku li Cizîrê bi dehan mirov di jêrzemînan de şewitand.
HPG'Ê BÎLANÇOYA ŞER A SALA 2016'AN EŞKERE KIR
Navenda Ragihandinin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoaya şerê 2016’an ragihand. HPG’ê diyar kir ku ew weke Hêzên Parastina Gel li dijî êrîşên mêtingeriyê yên bi plana qirkirin û bi temamî tinekirinê, şerê berxwedanam mezin kirine. HPG’ê diyar kir şerê ku mehên pêşî geş bûyî bi demê re gur bûye û li Amed, Botan, Dersîmê, Serhat û Amanosan berbelav bûye.
Li gorî daxuyaniyê 323 operasyonên bejahî, 406 operasyonên hewayî, 88 êrîşên bi helîkopteran, 493 êrîşên bi hawan û obusan, tan û topan hat kirin. Gerîla 1150 çalakî li dijî van êrîşan kirin. Di encamê de 38 payebilind 3404 polîs û leşker hatin uştin, 1334 polîs û leşker birîndar bûn, 8 jê tan, 166 maşînên zirxî hatin rûxandin. Balafireke F-16 û 3 helîkopter hatin xistin. Di şer de 13 jê li Şengalê 585 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, 14 gerîla jî dîl hatin girtin.