Gerîla Argeş: Malbat divê neyên lîstika gemarî ya dewletê

Gerîla Berxwedan Argeş bang li wan malbatan kir ku li ber deriyê HDP'ê rûniştine û got, ''Neyên lîstika dijmin. Bi me şanaz bin.'' Argeş got wan li çiyayan xwe nas kiriye û bang li ciwanan kir ku tevlî nav refên gerîla bibin.

Berxwedana Argeş, gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê, ku malbata wî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştiye, derheqê rastiya dewleta Tirk kir û got bê ka çima ew tevlî nav gerîla bûye.

Argeş got, ''Ez li nav malbateke welatparêz çêbûm. Halê malbata min xweş bû, di nav pergala dewletê de bi rengekî normal em dijiyan. Ev rewş bi me normal dihat. Lê piştre hêdî hêdî me dijmin nas kir. Min fêhm kir bê ka çi pergal li ser Kurdan tê ferzkirin, Kurd kî ne. Ji ber vê sala 2019'an tevlî nav refên gerîla bûm.''

Gerîla Argeş bi domdarî got, ''Sedema sereke ya ku tevlî nav gerîla bûm, ew e ku jiyana ku li nav pergalê ez dijiyam ne jiyaneke mirovî bû, min fêhm kir ku pergala kapîtalîst e ku dijî mirovahiyê ye'' û wiha domand: ''Polîtîkayeke gemarî li ser mirovan, Kurdan û nexasim li ser ciwanên Kurd ferz dikin .Kêm zêde min jiyana PKK'ê nas kir, meraqa min li ser çêbû. Dema ku min nas kir jî hatim û tevlê bûm. Niha li nav refên HPG'ê me.''

'EM LI VIR JIYANEKE AZAD Û WEKHEV DIJÎN'

Argeş wiha axivî: ''Em li vir jiyaneke azad û wekhev dijîn. Jiyana me jiyaneke wiha ye ku her mirov dikare bi rengê xwe li nav bijî. Em bi jiyaneke wiha li çiyayên azad şer dikin. Şerê me ne li dijî mirovan e, li dijî pergala modernîteya kapîtalîstt e. Ji bo ku em polîtîkayên gemarî yên li ser civakê pûç bikin me rahiştiye çekê. Ji ber vê me rahiştiye çekê. Dema ku em li nav pergala dewletê dijiyan me ji ti tiştî fêhm nedikir. Em jiyaneke wiha dijiyan me ne xwe û ne jî Kurdatiya xwe nasnedikir. Lê piştî ku em hatin çiyayên azad, me mirovbûna xwe, Kurdbûna xwe û xwe nas kir. Li ser hîmê felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo li çiyayan jiyaneke azad û wekhev dijîn.

'DEMA KU EM HATIN ÇIYAYAN ME XWE NAS KIR'

Mînak dema ku em li nav pergalê bûn me qet bi Kurdî nedizanî. Zimanê Kurdî tine dihate hesibandin. Lê piştî ku em hatin çiyayn me zimanê xwe nas kir, niha em bi zimanê xwe diaxivin. Pergala dewletî tim vê asteng dike, ji bo ku ciwanên Kurd rastiya xwe nasnekin her cure tiştên qirêj dike û dixwaze ciwanan gemarî bike. Ji be vê jiyana li nav pergalê bi mirov normal dihat. Lê piştî demekê min fêhm kir ku ev ne normal e, mirov nikare jê re jiyan jî bibêje, her ku mirov di nav de dimîne mirov difetise. Mirov fêhm dike ji bo ku ji nav derkeve, ji bo hilmekê bistînî divê mirov gav bavêje. Min jî gava xwe avêt û xwe xilas kir, li çiyayên azad min hilm stand. Niha li nav refên HPG'ê li dijî van hemû gemariyan şer dikim. Ez ji bo azadiya gelê xwe şer dikim.

Li nav refên gerîla ji her rengî hevrêyên me hene. Ne weke dewleta Tirk yek dîn, yek nîjat, yek ziman e. Li vir jiyan li ser felsefeya jiyana azad û wekhev ava bûye. Mînak ji Ewropayê, ji deverên cuda yên Rojhilata Navîn hevalên me hene. Li vir em bi hev re dijîn û têdikoşin, her ku em xwe nas dikin em xurt dibin.''

DEWLET LI SER CIWANÊN KURD POLÎTÎKAYEKE TAYBET DIMEŞÎNE

Argeş diyar kir ku dewleta Tirk li ser ciwanên Kurd şerekî taybet dimeşîne û got, “Ciwan bi taybetî jî ciwanên Kurd ji bo ku nasname û Kurdbûna xwe nas nekin û tiştekî nekin dewlet polîtîkayên taybet dimeşîne. Ji ber vê jî helwesta ciwanan qels dimîne. Sedema vî tiştî jî dewlet e. Pergala dewletê qirêj e û xerabe ye. Divê ciwanên Kurd heqîqeta pergala dewletê baş bizanibin. Ev ne pergala me ye ku em di nav de bijîn. Di vê pergalê de şerê taybet ê li ser ciwanan dimeşe.”

‘BILA MALBAT BI GOTINÊN DIJMIN NEXAPIN’

Argeş diyar kir ku polîtîkaya şerê taybet a dewletê bandorê li ser hinek malbatan dike û got, “Diçe ba malbatên ku zarokên wan tevlî nav refên gerîlayan bûne, wan derdixînin televîzyonê, wan dibin ber HDP’ê didin rûniştandin. Çima vî tiştî li Amedê dike? Ji ber ku Amed paytext e, bajarê berxwedanê ye. Ji bo çanda berxwedanê ya dîrokî ya li Amedê ji holê rakin, malbatan dibin ba avahiya HDP’ê ya Amedê û li ser wan şerekî taybet dimeşînin.

Bila vî tiştî baş bizanibin, em ji azadiya xwe û doza xwe bernadin. Me bawerî bi felsefeya Rêber Apo aniye û em li ser rêya wî dimeşin. Di vê felsefeyê de fikirîna li xwe û berjewendiya şexsî tune. Di felsefeya Apoyî de her dem fikirina azadî, wekhevî û feraseta neteweya demokratîk heye. Ji ber vê jî divê malbatên me nexapin. Li ser malbatan gef û bandor heye. Lê em ê heta dawiyê li ser rêya xwe bidomînin.

Ez bang li hemû malbat û ciwanan dikim bila polîtîkaya şerê taybet a dewletê we nexapîne. Neçin nebin alava lîstikên dijmin. Ew pergal nexwaze hûn bijîn. Naxwaze Kurd xwe nas bikin. Bila malbat baş bizanibin ciwanên Kurd ê li çiyayan her dem serbilind in û bi rûmet dijîn. Em vê têkoşînê ne ji bo malbatên xwe, ji bo hemû gelê Kurd û gelên bindest dikin. Ez ne bi tenê bangî malbata xwe, bangî hemû malbatan dikim. Bila xwe nexapînin û nehêlin ku kes wan bixapînin. Bila hay ji lîstikên dewletê hebin.

Em dizanin bi gefê hinek malbat birine wir û ev tişt di bin bandora şerê psîkolojîk ê taybet e. Her dem dixwazin jiyana PKK’ê reş bikin û terorîst bidin xuyakirin. Lê em bi xwe di nav vê jiyanê de ne û ne wekî ku dewlet dibêje. Yên ku werin li van çiyayan bijîn, ew bi xwe dibînin jiyaneke çawa heye. Dibîne ku jiyaneke her dem serbest û wekhev heye. Ji ber vê jî divê malbatên me bi derewên dijmin nexapin. Ez bang li hemû ciwanên Kurd dikim. Bila xwe nas bikin û rastiya xwe nas bikin. Bila hay ji vê polîtîkaya qirêj a li ser xwe hebin. Me ev tişt qebûl nekir û em hatin çiyayên azad ên Kurdistanê.”

BANGA JI BO MALBAT Û CIWANAN

Argeş got ku, “Ciwanên Kurd nikarin du peyvan bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî mirov nikare tiştekî bike. Zilm û zoriyeke wisa heye ku destûr nayê dayîn ku mirov tiştekî bike. Yan gef li mirov tê xwarin yan jî êşkence tê kirin an jî mirovan digirin dixin zindanê. Divê ciwan li hemberî zilmê serî rakin, tevlî nav refên gerîlayan bibin û jiyana azad hilbijêrin. Bila malbatên me ji me serbilind bin. Çi dibe bila bibe wê ev têkoşîn bidome.

Malbatên li Amedê li ber deriyê HDP’ê bila rastiya Amedê ji bîr nekin, bila têkoşîn û berxwedana li Amedê ji bîr nekin. Bila berxwedana li Sûrê ya di sala 2015-2016’an de ji bîr nekin. Bila qetlîama dewleta Tirk ji bîr nekin. Bajar hatin dagirkirin, ciwanên me bi saxî hatin şewitandin. Bila tu kes vî tiştî ji bîr nekin. Divê ciwanên Kurd li hemberî dijmin hêrs bin. Pergal li ser malbatan polîtîkayên taybet dimeşîne. Malbatan tîne asteke wisa ku, malbat ji xeynî xwe û debara xwe nikare li tiştekî din bifikirin. Lê em li vir hay ji heqîqeta xwe hene û jiyaneke azad dijîn. Heta ku Rêber Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta em Kurdistana azad a bi Kurdên azad ava bikin em ê têbikoşin. Divê ciwanên Kurd werin tevlî nav refên gerîla bibin.”