Gerîla Amed: Bila malbatên me xwedî li doza me ya mafdar derkevin

Ji gerîlayên HPG'ê yên malbatên wan li ber avahiya HDP'ê rûniştî ne Elîşêr Agir Amed got, "Malbata min jî çûye ber avahiya HDP'ê. Ji malbata xwe dixwazim ku xwedî li doza me ya mafdar derkevin. Bila xiyanetê li zarokên xwe nekin."

Ji gerîlayên HPG'ê yên ku malbatên wan li ber avahiya HDP'ê rûniştî ne, gerîla Elîşêr Agir Amed qala tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla kir:

"Sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bûm. Piştî ku min welat û gelê xwe nas kir, piştî ku bi serdestiya li me tê ferzkirin hesiyam, piştî ku min koletî û qirkeriya li dijî gelê Kurd tê kirin nas kir, tevlî nava partiyê bûm. Dema ku min dijmin nas kir, gava ku min faşîzma dewleta Tirk a li dijî gelê me dît, ez jî li dijî dewleta Tirk bi hêrs bûm. Ji ber van hemûyan, min li dijî zilm û neheqiyê rahişt çekê, min biryar da ku têbikoşim, şer bikim. Li ser vê bingehê tevlî nava refên partiyê bûm."

'HETA NEFESA XWE YA DAWÎ JÎ EZ Ê LI DIJÎ DEWLETA TIRK ŞER BIKIM'

Amed destnîşan kir, yê ku hezkirina ji welat û gel xurt kir, yê ku feraseta xwedîderketina li ziman, nasname û rastiya xwe afirand, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir, "Rêber Apo em; gelê Kurd ji xewa sedan salî hişyar kir. Jiyana rast, rêya rast nîşanî me da. Ez jî, ku fikrên Rêbertî bandor li min jî kir, tevlî nava refên gerîla bûm. Dema ku min faşîzm û qirkeriya li ser gelê xwe, mêtingeriya li welatê xwe dît, gelekî bi hêrs bûm. Sedema herî girîng a tevlîbûna min jî ev e. Niha; weke gerîlayekî azadiyê û kadroyê PKK'ê cihê xwe di nava têkoşîna me ya mafdar a li dijî dewleta Tirk de cihê xwe digirim. Heta nefes û dilopa dawî ya xwîna xwe, ez ê li dijî vî dijminî, li dijî mêtingeriya Tirk, li dijî faşîzmê têbikoşim, şer bikim."

'BILA GELÊ ME, MALBATÊN ME BI DEWLETÊ NEXAPIN'

Amed anî ziman ku dewleta Tirk şerekî gelekî dijwar dimeşîne û got, "Bi artêşa dijmin re îradeya şer nemaye. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku îrade û biryardariya wan a şer şikestiye. Bi leşkerên Tirk re îradeyeke xurt nîne. Herî dawî di êrişa dijî Garê de ev rastî bi rengekî şênber hate dîtin. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de bi hewldanên serpêhatiyê, ji bo xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê leşkerên xwe ber bi mirinê ve şand û bi vî rengî hewl da li nava civaka Kurd û Tirkiyeyê atmosferekê biafirîne. Dixwaze bi şerê dijî me, pêleke neteweperestiyê çêbikin. Lê belê şerê ku li dijî me dimeşînin bi temamî xwe dispêre derewan.

Dewleta Tirk derewên herî mezin û şerê psîkolojîk li dijî gelê me dimeşîne. Dewleta Tirk qaşo di bin navê 'nobeda ewladên xwe digirin' malbatên me xapandiye û aniye ber avahiya HDP'ê. Hem gelê me hem jî malbatên me pêwîste di vê mijarê de hişyar bin. Em li dijî dijmin têdikoşin û şopdarê vê doza xwe ya mafdar in. Têkoşîna me ya li dijî dewleta Tirk bi temamî mafdar e. Eger malbatên me bi dijmin bixapin, xwe bidin ber dijmin, ji bo vegera me bangê bikin, tiştên bi vî rengî bînin ziman, ev qet nerast e. Ji ber ku ev ê şaşitiyeke mezin be, ev yek wê xiyaneta li zarokên xwe be. Di vê mijarê de divê her kes hişyar be. Girîng e dewleta Tirk baş bê analîzkirin û naskirin. Divê malbat bi hestewarî tevnegerin û nexapin. Malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştîne divê berevajî vê yekê, li dijî dewletê têbikoşin. Ya rast, exlaqî û mirovî bi vî rengî ye. Daxwaza vegera zarokên wan ne rast e. Ya ku dikeve ser milê malbatên me ew e ku cihê xwe li gel zarokên xwe bigirin û li dijî dijmin têbikoşin.

Min carekê di çapemeniyê de dît ku malbata min jî çûye ber avahiya HDP'ê. Ji malbata xwe dixwazim ku xwedî li doza me ya mafdar derkeve. Em bi îradeya xwe tevlî nava partiyê bûn. Bi îradeya xwe me jiyana gerîla tercîh kir. Ji ber vê yekê divê îradeya me biçûk neyê dîtin, sivik neyê dîtin. Dewleta Tirk propagandayeke welê dike, mîna ku hinekan em xapandine û bi vî rengî tevlî nava rêxistinê bûne. Hewl didin di nava civakê de têgihiştineke wiha biafirînin. Dibe ku malbatên me bi vê lîstika dewletê xapiya be, lê belê ev nayê wê wateyê ku rast dikin. Tenê nîşan dide ku îradeya me biçûk dibînin ku ev jî ti carî nerast e. Em bi hestên şoreşgerî, bi îradeya şoreşgerî tevlî nava refên gerîla bûne û weke kadroyekî PKK'ê ji bo azadiya têdikoşin. Divê malbatên me vê rastiyê bibînin.

Daxwaza min ji malbata min ew e ku destê xwe ji vê rewşê vekişîne û ji vê şaşitiyê vegere. Ev rewş ne ji aliyê min ve ne jî ji aliyê exlaqî û wijdanî ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku rast nîne. Ya rast çi ye? Ya rast têkoşîna li dijî dewleta Tirk e. Em niha di nava şerekî de ne. Eger tiştek ji destê wan nayê jî qert nebe bila ji bo me, ji bo hevrêyên me dua bikin. Helwesta herî exlaqî bi vî rengî ye. Divê malbat bi hestewarî tevnegerin."

'TI HÊZ NIKARE ME JI DOZA ME VEGERÎNE'

Amed destnîşan kir ku ti eleqeya HDP'ê bi wan re nîne û got, "HDP partiyeke ku di nava sîstema dewleta Tirk de ji bo siyaseta demokratîk têdikoşe û dixwaza mafên gelên Kurd û Tirkiyeyê biparêze. Ti karê me bi HDP'ê re nîne, têkiliya me jî pê re nîne. Ev yek rastiyeke: Ne HDP ne jî hêzeke cuda ne dikare me derxîne serê çiyê, ne jî dikare me ji çiyê daxîne. Bila her kes bi vê rastiyê zanibe. Hêza kesî têrê nake ku me ji doza me, me ji şoreşê vegerîne. Divê ew malbat vê rastiyê bibînin û li gorî wê tevbigerin."