Ger gola Ûrmiye bi temamî ziwa bibe, wê 14 eyalet tine bibe!

Li Îranê Jonathan Bet Kolia ku di ekîpa meclîsa hawirparêz de ye,  ragihand ku li welat rewşa avê gelek bi xeter e.

Li gorî daxuyaniya li malpera meclîsê de Jonathan Bet Kolia wiha got; “Gola Ûrmiye û Zayendeh Rûd jî di nav de gelek çem ziwa bûn û gefa tinebûnê li ser wan heye.”

Kolia bal kişand li ser Gola Ûrmiye ya li Rojhilatê Kurdistanê û wiha got; “Eger gol bi temamî ziwa û tine bibe nêzî 14 eyalet wê tine bibe. Li vê herêmê ji ber tozê, eger bahozek yan jî baranek bi şîddet were wê hemû herêm tine bibe.”

Kolia diyar kir ku tevdîrên hatine girtin nehatiye pêkanîn û wiha got; “Bê guman ji bo ji nû ve zindîkirina gola Ûrmiye divê di serî de qenal werin çêkirin, hinek rêbazên teqwîyeya avê ji Derya Hazar û oqyanûsên din hate pêşxistin, lê di pratîkê de çareserî nehatin kirin û her çiqas jî hinek tevdîr hatin girtin jî çareserî pêk nehat.”

Kolia diyar kir ku ji nav herêmên bi hewî tenê ji sedî 10 ziwa nebûye û got, “Heke ji bo parastina van herêman tu tevdîr neyên girtin wê ev qad jî tune bibin.”