Geliyê Zîlan bereket e, ji nû ve jiyan e

Tevî şopên êş û komkujiyan jî Geliyê Zîlan ji bo gelê Kurd tê wateya bereketê, ji nû ve jiyanê.

Geliyê Zîlan ku di navbera navçeyên Erdîş, Bêgir, Ebex, Giyadîn, Bazîd û Patnosê ye, pişta xwe dispêre Aladaglar û berê xwe jî li çiyayê Sîpanê ye. Bi dostê xwe yê qedîm, bi çiyayê Tendurekê piştrast e.

Zîlan nîşaneya azadiyê ye ku bi sedan salan serî netewandiye. Ev agirê azadiyê her gurr dibe. Zîlan her wiha diyarê bereketê ye. Bi biharê re hemû çiya, gir, gelî, deşt û zozanên Zîlanê şîn dibin. Çemên li herêmê geş dibin û vediguherin Çemê Zîlanê. Bereketê li Deşta Erdîşê belav dike û gel xwedî dike. Zîlan bi gul û kulîlkên xwe yên cihêreng mîna beşek ji bihuştê ye. Her zindî li vir azad e, Zîlan xwedî li wan derdikeve. Lewma Zîlan dayik e, ji nû ve vejîn e, azadî ye, bereket e.