Gelê Xakurkê li dijî dewleta Tirk û hikumeta Başûr nerazî ye

Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Xakurkê nerazîbûn nîşan da û diyar kir, "Mirovên me tên kuştin, dixwazin xaka me dagir bikin. Em bi gerîla bawer in." Gel her wiha ji bêdengiya rêveberiya başûr nerazî ye.

Artêşa Tirk a dagirker ji 27'ê Gulanê ve êrîşî Xakurkê dike. Gelê herêmê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê da û diyar kir, ew bi gerîla piştrast in.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE TEVAHIYA KURDISTANÊ DAGIR BIKE'

Nerazîbûna gel wiha ye:

KURDO: Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk a ji salên 2000'î heta niha, nêzî 40 neferên me şehîd bûn. Em naxwazin hikumeta herêma Kurdistanê bêdeng be. Em dixwazin lêpirsîneke wan hebe, em hez nakin li pêşberî mafên me bêdeng be. Jiyana me di metirsiyê de ye. Pezê me diçe çiyê. Her roj topan diavêjin nava pezê me, topbaran û bomberdûmanê li çiya dikin. Her salê êrîş dike. Mesela îsal rewş gelekî nebaş e. Dewleta Tirk hatiye çend çiyayên me dagir kiriye, em naxwazin dewleta Tirk bikeve nava me. Zerareke mezin digihîne me. Armanca dewleta Tirk ne tenê bicihbûna li çiyayekî ye. Armanca dewleta Tirk bi temamî dagirkirina Kurdistanê ye. Em ji dewletên dinyayê, ji serkirdeyên xwe dixwazin ku bêdeng nemînin. Niyeta Tirkan Kurdistan e, Kerkûk e, ne tenê çiyayek e, ya jî mintiqeyek e. Malên me sotin, heta 40 neferên mirovên me şehîd ketin. Tawaneke mezin e, karesat e. Her roj komkujiyê li me dikin. Ya li gundekî dide, ya li şivanekî dide. Heval bê kuştin, ya jî gundiyek bê kuştin ji bo me ferq nake. Em ji dewleta Tirk natirsin. Baweriya me bi gerîla heye, baweriya me bi gelê me heye.

'HER SAL BOMBEYAN LI MIROVÊN ME Û SEWALAN DIBARÎNIN'

SÎRAÇ: Em her sal tên deştê ji bo debara xwe bikin. Dewleta Tirk a dagirker her sal mirovan bombebaran dike. Heywanan bombebaran dike. Em nikarin bi vî rengî jiyanê biqedînin. Gelekî nexweş e ji bo me. Hatiye ser xaka me, her sal, her roj topbaranê dike. Ev yek ji bo me nexweş e. Çawa ji wan tê ku bi balafiran li heywanan bidin. Çi heqê wan li ser me heye? Her sal bi vî rengî li me dikin. Mirovên bêguneh topbaran dike, dikuje. Li ser xaka xelkê xelkê dikujin. Zordariyê li me dikin. Em naxwazin neheqiyê li me bikin.

'EM NAXWAZIN DEWLETA TIRK LI SER XAKA ME BE'

ŞACAN: Em naxwazin balafir li malên me, li zarokên me bidin. Em naxwazin alem bên tehdeyê li me bikin. Cihê me ji her deverê xweştir e. Em naxwazin Tirk bên ser xaka me, ev der xaka me ye. Em dixwazin bi rehetî li xaka xwe bin, heywanên xwe biçêrînin. Ji ber êrîşên balafirên Tirkan gelek ji civata me hatin kuştin. 3-4 neferên me kuştin. Dayik û bav, du zarokên wan ên xizmên me kuştin. Ji bilî me mirov bê hesab hatin kuştin.