Gelê Sûrê: Biryara hilweşandinê siyasî ye, em ê li ber xwe bidin

Malbatên li Sûrê, ku dewleta Tirk dixwaze malên wan xera bike dibêjin, ew ê li dijî biryara hilweşandinê li ber xwe bidin.

Malbatên li Sûrê yên dewlet dixwaze xaniyên wan xera bike diyar kirin, biryara valakirin û hilweşandinê siyasî ye. Malbatan destnîşan kirin, ku ew ê teslîmî desthilatdariya AKP/Erdogan nebin.

Ji şêniyên Sûrê Fesîh Yilmaz, Mehmet Yildiz, Ayşe Aydin û Turkan Ûmûr gotin, eger xaniyên wan werin xerakirin, cihekî ku ew karibin lê bijîn nîne û destnîşan kirin, eger ew di binê konan de bimînin jî wê Sûrê neterikînin.

'JI BER KU EM LI BER XWE DIDIN DIXWAZIN ME DERXÎNIN'

Fesîh Yilmaz ê bi karê firinê debara xwe dike anî ziman, ev 26 sal in mal û kargeha wî li Sûrê ye û got, "Dixwazin xaniyên me bi 50-60 mîlyarî bikirin û bi 500-600 mîlyarî bifiroşin me."

Yilmaz ragihand, ew dixwaze ku dewlet wê vî pereyî nede wan û armanc ji vê yekê, derxistina wan ji Sûrê ye. Yilmaz wiha dewam kir: "Ez du zarokan didim xwendin. Yek jî li zanîngehê ye. Eger ev der bê xerakirin, ez ê li ku bijîm? Ez çawa karibim zarokên xwe bidim xwendin? Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji bo serketinê jî lazim e em bibin yek, em bi hev re tevbigerin."

'BILA EV DEWLET JI ME BIQERE'

Turkan Ûmûr destnîşan kir, ku koka wan li Sûrê ye û got, "Em li Sûrê ji dayik bûn, li vir mezin bûn. Zarokên me li vir ji dayik bûn. Cihekî din ê ku em biçin nîne. Ev dewlet çi ji me dixwaze? Bila êdî ji me biqere. Wê nikaribin me bêdeng bikin. Bi desteserkirina xaniyên me, bi talankirinê wê nikaribin me teslîm bigirin."

Ûmûr bibîr xist, ku dewletê ji xwe li Sûrê sûcekî mezin ê şer kiriye, cih û warê mirovan hilweşandiye û anî ziman, dewlet qîma xwe bi vê nîne û niha dixwaze bi cezakirina wan re vî sûcê xwe bidomîne.

'EGER HEWCE BE EZ Ê KON VEDIM, LÊ VIR NETERIKÎNIM'

Ayşe Aydin diyar kir, eger xaniyê wan bê hilweşandin, cihekî din ê ku ew karibe biçe nîne û got, eger xanî xera bikin ez ê alavên xwe têxim nava konekî û li Sûrê bijîm. Aydin ragihand, kes xwedî li wan dernakeve û bang li gelê Sûrê kir: "Em bi hev re li ber xwe bidin. Eger em nebin yek û piştgiriya hev nekin, em ê nikaribin bi van êrîş û hilweşandinê."

'EV BIRYAR SIYASÎ YE'

Mehmet Yildiz anî ziman, ku gelê Sûrê xizan e, lê belê heta dawiyê li dijî hovîtiya hêzên dewletê li ber xwe daye. Yildiz destnîşan kir, ji ber ku dewletê nekarî bi vê berxwedanê, bi hilweşandina xaniyên gelê Sûrê re dixwaze ceza bike. Yildiz diyar biryara hilweşandinê siyasî ye û got, "Madem biryar siyasî ye, em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û teslîm nebin. Em ê Sûrê neterikînin."